Serok Bafil li Miyonxê peyama çareserkirina aştiyane pêşkêş kir

Kurdistan 10:27 PM - 2024-02-18
Serok Bafil PUKMEDIA

Serok Bafil

Serok Bafil YNK

Bi amadebûna Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî ku teke serkirdeyê Partiya Kurdistanê ye çalakî û xebatên konferansa Asayîşa Miyonxê piştî sê rojan bi dawî hat. Her weha 450 biryarderê bilind û serkirdeyên welatan li seranserê cîhanê têde beşdar bûn, Serok Bafil li sercem dîdarên siyasî û dîplomasî de ku di 3 rojên konferansa Miyonxê de encamp dan tekez li ser çareserkirina aştiyane û serdestiya zimanê diyalogê ji bo pirsgirêkan kir.

Tenê rêberên xwedî bandor dê beşdarî konferansê bibin

Beşdarên konfransa ewlekarî ya Munchenê ku ji serok û serkirdeyên navçeyên xwe li ser nexşerêya siyasî pêk tê, ji wan Bafil Celal Talebanî serkirdeyê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê ku wek take serokê partiyê Kurdistanê ji bo konferansê hatibû vexwandin.

Di konferansê de serok Bafil peyama çareseriya pirsgirêkan pêşkêş kir û got: Erkê hemû aliyane ku bi berpirsyarî tevbigerin û rê li ber firehkirina aloziyan bigirin.

 

Serok Bafil stratejiya Yekîtî ji bo aramiya aştiyê diyar kir

Di vê konferansê de Serok Bafil çend hevdîtinên siyasî yên girîng ligel serkirde û berpirsên payebilind ên welatên Rojhilata Navîn pêk anîn. Ewropa û Amerîka û siyaset û stratejiya Yekîtiya Niştimaî ya Kurdistanê li hember pirsgirêkên rojane û diyarker pêşkêş kirin.

Her wiha di civînan de pirsa parastina aramiyê û dûrxistina Herêma Kurdistanê û Êraqê ji aloziyên navçeyê û şerê li dijî terorê û berfirehkirina hemahengiyê hat gotûbêjkirin.

 

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket