Serok Bafil: Pêşî li zêdebûna aloziyan bigirin

Kurdistan 06:05 PM - 2024-02-18
Serok Bafil PUKMEDIA

Serok Bafil

Serok Bafil

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî di çarçoveya sêyemîn roja Konferansa Asayîşa Miyonxê de ligel Wezîrê Derve yê Kuwêtê Ebdullah Elî El-Yahya civiya.

Di hevdîtinê de tekez li ser pêşxistina peywendiyan û zêdetir hevkariya di navbera Herêma Kurdistanê û Kuwêtê ji bo parastina aramiya navçeyê kirin.

Di civînê de pêşhatên dawî yên li Rojhilata Navîn hatin gotûbêjkirin û Serok Bafil Celal Talebanî tekez li ser çareseriya aştiyane ya pirsgirêkan kir û got ku divê serweriya welatan bê parastin û pêngav di çarçoveya pirensîpên navdewletî de bin. Wî got ku erkê hemû aliyan e ku bi berpirsyarî tevbigerin û rê li ber zêdebûna aloziyan bigirin.

Li hember de jî Wezîrê Derve yê Kuwêtê Ebdullah Elî Yehya pesna rola Serok Mam Celal di parastina ewlehiya Êraqê de da û got ku, peywendiyên Herêma Kurdistanê, Êraq û Kuweytê di bin serpereştiya Serok Mam Celal Celal Talebanî de hatine pêşxistin û ev siyaseta biaqilane dê berdewam bike û em ê piştgirî û alîkariya we bikin.


PUKMEDIA


zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket