Serok Bafil: Rewşa hestiyare pêwîstî bi biryarên saxlem û siyaseteke aqilane heye

Kurdistan 04:16 PM - 2024-02-18
Serok Bafil û Enwer Qirqaş Şêwirmendê Serokê Îmarat PUKMEDIA

Serok Bafil û Enwer Qirqaş Şêwirmendê Serokê Îmarat

Serok Bafil

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî di çarçoveya beşdarbûna xwe di sêyemîn roja Konferansa Asayîşa Miyonxê de li gel Şêwirmendê Serokê Îmarat Şêx Mihemed Bin Zayd Al Nehyan, D.Enwer Qirqaş ji bo Karûbarên Diplomatîk civiya.

Di civînê de tekezî li ser giringiya hemahengî û karê hevbeş ji bo parastina aramiyê li navçeyê û rêyên rûbirûbûna kêşeyên ewlehiyê kirin.

Serok Bafil Celal Talebanî balkişand li ser rijdbûna Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji bo bihêztir kirina peywendiyan û zêdetir hevkariya hevbeş di navbera her du aliyan de bi awayekî ku di xizmeta pêkvejiyana aramî û asayîşê de be û got: Em li gel geşepêdana çalakiyên hevbeş li deverê de ne. Ji bo hemû alî ji bo derbaskirina kêşeyên ewlehiyê hevkariyê bikin, ji ber ku rewş hestiyar e û pêwîstî bi biryarên rast û biaqilane dike.

Her li vê hevdîtinê de behsa rewşa siyasî û aborî ya navçeyê jî hate kirin û tekez li ser berdewamiya gotûbêj û têgihîştina hemû aliyan ji bo dîtina rêyeke guncaw ji bo çareser kirina kêşeyan hate kirin.

Her du alî li ser pirsa peywendiyên di navbera Herêm û Êraqê de danustandina bîr û ramanan kirin û Serok Bafil Celal Talebanî balkişand li ser hewlên avaker ji bo bidestxistina encamên erênî û rêkeftina niştimanî di navbera hikûmeta herêmê û Bexdayê de li gor bingehên destûrî û şirîkatiya rasteqîne. ji bo bidestxistina armancên bilind û pêşkêşkirina xizmetên zêdetir.


PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket