Serok Bafil ji Argosê re: Xeletiya herî piçûk bandorê li rewşê dike

Kurdistan 06:37 PM - 2024-02-17
Malpera Argos PUKMEDIA

Malpera Argos

Serok Bafil

Serokê  Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) yek ji beşdarên konferansa ewlekarî ya Munichê ya du roje berdewame, ku dê heta roja 18/2/2024’an wê bidome ji Mediya Agrosê re di hevpeyîvînekî de got:“ "Rewşa di navbera hikûmetên Bexda û Hewlêrê de, ku bûye sedema rawestandina hinartina petrolê, ku gelekî hestiyar e, di vê qonaxê de, gaveke biçûk a şaş jî dikare bandorê li rewşê bike."

Malpera petrolê ya Brîtanî Argos di raportekê de dibêje:Boriya ku nefta xav a Herêma Kurdistanê dişîne Tirkiyê, di Adara 2023an de piştî ku Enqere di doza hakemê ya li gel Bexdayê de winda kir, hat girtin berî girtina boriya petrolê, asta veberhênana petrolê li Herêma Kurdistanê rojane nêzîkî 470 hezar bermîl bû, rojane nêzîkî 400 hezar bermîl ji vê petrolê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve dihat firotin, rojane jî nêzîkî 70 hezar bermîl ji aliyê kompaniya bazirganiya petrola Iraqê Pargîdaniya Kirrûbirra Neftê (SOMO)ve dihat firotin.

Tirkiyê di destpêka meha cotmehê de gotibû ku boriyên boriya petrolê amade ne ku hinartina petrolê ji nû ve bidin destpêkirin, lê derengxistin ji ber polîtîkayên navxweyî yên Iraqê bû."Hikûmeta Herêma Kurdistanê çendîn hevdîtin ligel berpirsên hikûmeta Iraqê pêk anîne, lê nakokiyên li ser girêbestên kompaniyên petrolê yên navdewletî û erkên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hember wan kompaniyan, rê li ber dubarekirina hinartina petrolê girt."

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî di Kanûna Duyem de gotibû ku Bexda li ser guhertina bûdceya federalî ya ji bo dayîna pereyên şîrketên petrolê yên biyanî yên Herêma Kurdistanê difikire, ev yek dikare nakokiyên di navbera Bexda û Hewlêrê de li ser mesrefa derxistina petrola Kurdistanê zelal bike. Sûdanî got, qanûna bûdceya Iraqê hikûmeta federal ferz dike ku bo  her bermîlek petrolê 8 dolar bide, lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, lêçûna berhemanîna petrolê li Kurdistanê nêzîkî 30 dolar e.

Ev çend meh in, kompanyayên navdewletî yên petrolê li Herêma Kurdistanê bi Amerîka re diaxivin, ji bo razîkirina Bexdayê ji bo vegerandina hinartina petrolê ji Kurdistanê re, bi rêya Komeleya Pîşesaziya Nefta Kurdistanê (Epicor) ku nûneratiya wê kompaniyê dike, bi Amerîka re danûstandinan dikin da ku Bexdayê razî bikin daku hinartina petrolê ji Kurdistanê re dest pê bike.Di Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê de jî heman bang li rayedarên Amerîkî kir.

Aykur bang li Kongreya Amerîkayê kir ku ji bo vekirina xeta boriya navbera Iraq û Tirkiyeyê demildest tedbîran bigire û got: "Ev xet ji ber nakokiyên siyasî girtî ye û rasterast bandorê li berjewendiyên Amerîka û bazara enerjiyê ya cîhanê dike.’’
Çavkaniya malpera Argos a Brîtanî-PUKMEDIA

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket