Serok Bafil li Munchenê behsa binpêkirina serweriya Herêma Kurdistanê dike
Kurdistan 05:20 PM - 2024-02-17
Ajans
Konferansa Asayîşa Munchenê
Serok Bafil li Munchenê behsa binpêkirina serweriya Herêma Kurdistanê dike
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî yek ji beşdarên herî bibandor e ji herêma Kurdistanê û beşdariyê di Konferansa Asayîşa Munchenê de dike, ku tê de 450 serok û serkirdeyên cîhanê beşdar dibin. Berdevkê YNKê got: "Yên ku ji bo konferansa Munchenê hatine vexwendin serok û rêberên bibandor in li herêmên xwe li ser nexşeya siyasî û Serok Bafil binpêkirina serweriya Herêma Kurdistanê li Munchenê pêşkêş dike.’’
Pîre: Serok Bafil dê wek karekterekî siyasî yê bibandor beşdar bibeBerdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Saadî Ehmed Pîre di hevpeyvîneke taybet bi PUKMEDIA re ragihand:’’Girîng e Serokê YNK û Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşdarî Konferansa Asayişa Munchenê bibin, ku tê de behsa binpêkirina serweriya Herêma Kurdistanê û Iraqê bê kirin, bi taybetî ku Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdan jî di konferansê de amade ye.Hêjayî balkişandinê ye ku ti nakokiyên me li Herema Kurdistanê bi welatên din re nînin, lê nakokî derbasî welatê me bûne û nakokî derbasî Iraqê bûne.”
Serokê YNKê Bafil Celal Talebanî wek serokê partiyeke mezin a Kurdistanî û kesayetiyeke siyasî ya bibandor li herêmê beşdarî konferansa Munchenê dibe û hemû hewlên YNKê jî bo aştî û pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê û Iraqê û herêmê ye." Saadî Pîra got.
Kesên bibandor li ser nexşeya siyasî dê beşdar bibinLi gorî Saadî Ehmed Pîra, li Herêma Kurdistanê tenê Bafil Celal Talebanî wek serokê Partiya Kurdistanê û Nêçîrvan Barzanî wek serokê Herêma Kurdistanê û Mihemed Şîa Swanî jî wek serokwezîrê Iraqê dê beşdarî konferansê bibin:“Li gorî konferansê, kesên ji bo konferansa Munchenê hatine vexwendin, li ser nexşeya siyasî serok û rêberên herêmên xwe yên bi bandor in.’’
Li gorî Saadî Ehmed Pîra, li Herêma Kurdistanê tenê Bafil Celal Talebanî wek serokê Partiyên Kurdistanê û Nêçîrvan Barzanî wek serokê Herêma Kurdistanê û Mihemed Şîa Swanî jî wek serokwezîrê Iraqê beşdarî konferansê dibin û got:“Li gorî konferansê, kesên ji bo konferansa Munchenê hatine vexwendin, li ser nexşeya siyasî serok û rêberên herêmên xwe yên bi bandor in.’’
Letîf Nêrweyî: YNK û serkirdeyê wê bi bandor inBerpirsê Desteya Ragihandinê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Letîf Nêrweyî di gotarekê de ku li ser malpera fermî ya YNKê hatiye belavkirin, ragihand:"Konferansa Asayîşa Munchenê ji bo Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) wek qonaxeke navdewletî girîngiyeke taybet e û vexwendina Serok Bafil Celal Talebanî ji bo Konferansa Munchenê belgeya bandora YNK û serokê wê ye li ser mijarên giring ên ewlehiya Iraqê û têkoşîna li dijî terorê."
"Di civînê de behsa çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de tê kirin, ku dê dibe sedema aramiyeke siyasî, îdarî û heta emnî ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê û heta radeyekê destwerdanên derve û binpêkirina serweriya Iraqê sînordar bike."Wî got.
Xebatên serokê YNKê tên pesinandinDi yekem roja konferansê de, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî, di çarçoveya Konferansa Asayîşa Munchenê de bi rêber, şande û kesayetiyên siyasî re civiya ji wan Nûnerê Taybet ê Amerîka yê ji bo Guhertina Avhewayê John Kerry , serok û rêveberiyê Komîteya Navdewletî ya Rizgarkirin û Alîkariyê û Wezîrê Derve yê berê yê Brîtanya David Miliband, Senatorê berê yê Amerîkî Joe Lieberman, sempatîzanê gelê Kurd û dostê berê yê Serok Mam Celal , Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Mîrê Qeterê Mihemed Bin Ehmed Bin Ebdullah El-Mesned û Wezîrê Derve yê Brîtanya David Cameron re civiya.
Serok Bafil di hevdîtinên xwe de berdewamiya siyaseta aqilane ya Serok Mam Celal ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêkan bi taybetî yên ku niha Rojhilata Navîn di nav xwe de dihewîne dupat kir û got:“Hewldanên me ji bo avakirina pêşerojeke geştir û bi îstiqrar e û diyaloga çêker faktorek e ji bo bidestxistina vê armanca bilind.’’
Serok Bafel stratejiya YNKê ya ji bo aramiya aştiyê pêşkêş dikeDi wê konferansê de Serok Bafil dê çend hevdîtinên din yên girîng ên siyasî li gel serkirde û berpirsên payebilind ên welatên Rojhilata Navîn, Ewropa û Amerîka pêkbîne û siyaset û stratejiya YNKê li hember pirsên aktuel û diyarker pêşkêş bike.
Her wiha mijareke dinê civînan jî parastina aramiyê û dûrxistina Herêma Kurdistanê û Iraqê ji aloziyên navçeyê ye û her wiha mijara şerê li dijî terorê û berfirehkirina hemahengiyê jî dê were gotûbêjkirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serok Komar tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkan li gor destûrê dike
12:22 PM - 2024-04-28 -
Emê zêdetir hevkariya Iraq û Herêma Kurdistanê bikin
05:33 PM - 2024-04-27 -
Êrîşa balafirên bêmirov ên Kormorê bû sedema bertekên navneteweyî
10:56 AM - 2024-04-27 -
Talebanî : Bi siyaseta Deste Gul a Mam têkoşînê bidomînin
10:42 PM - 2024-04-26
zêdetir tamaşe bike
Parlementar: Di vê heftiyê de dê mûçeyên karmendan were şandin
11:37 AM - 2024-04-28
71 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
11:22 AM - 2024-04-28
Yemen navên kuştî û birîndarên li qada Kormorê eşkere kir
07:53 PM - 2024-04-27
Îmarat: Êrîşa li ser Kormorê teror û binpêkirineke navdewletî ye
06:07 PM - 2024-04-27
zortrin xwendraw
-
Serok Komar tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkan li gor destûrê dike
Kurdistan 12:22 PM - 2024-04-28 -
Parlementar: Di vê heftiyê de dê mûçeyên karmendan were şandin
Kurdistan 11:37 AM - 2024-04-28 -
71 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
Kurdistan 11:22 AM - 2024-04-28 -
Jêderek ji Serkirdayetiyê: YNK li gel paşxistina hilbijartinan nîne
Kurdistan 03:39 PM - 2024-04-28