Serok Bafil li Munchenê bi Wezîrê Derve yê Birîtaniya re dicive

Kurdistan 03:41 PM - 2024-02-17
Civînên Serokê YNK li Munchenê PUKMEDIA

Civînên Serokê YNK li Munchenê

Serok Bafil

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî di duyemîn roja Konferansa Asayişa Munchenê de bi hejmarek ji serkirdeyên Cihanê  re civiya.Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê û peywendiyên Herêma Kurdistanê ligel welatên din gotûbêj kirin.

Serok Bafil bi Wezîrê Derve yê Birîtaniya re dicive

Di çarçoweya duyemîn roja Konferansa Asayîşa Munchenê de Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî bi Wezîrê Derve yê Brîtanya David Cameron re civiya.
Di hevdîtinê de rewşa siyasî û emnî ya Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê hat gotûbêjkirin û tekez li ser berfirehkirina hemahengî û karê hevbeş di navbera her du aliyan de ji bo rûbirûbûna terorê û parastina aramiya navçeyê hat kirin.

Serok Bafil pêşhatên dawî yên ewlekarî şirove kir û bal kişand ser wê yekê ku metirsiya terorê bi dawî nebûye û berfirekirina hevkariyên ji bo rûbirûbûna wê faktoreke ji bo parastina aramî û asayîşa navçê ye.
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket