Şêx Cefer: Em piştgiriya çaksazî û yekxistina hêzên Pêşmerge dikin

Kurdistan 02:15 PM - 2024-02-16
Civîna Pêşmerge Buroya Çapemeniyê ya Encûmena Parastina Berjewendiyên Bilind (YNK)

Civîna Pêşmerge

YNK

Berpirsê Encumena Parastina Berjewendiyên Bilind ên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Şêx Cefer Şêx Mistefa tekezî li ser reform û yekxistina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir û got:"Emê berdewam bin li ser çaksazî û yekxistina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê."
Ev piştgiriya serokê Encumena Parastina Berjewendiyên Bilind bo hêzê Pêşmermerge di dema civînekî de gel Serleşker Omer Serokerkanê Hêza 70 ya Hêzên Pêşmerge, Lîwa Merîwan Fermandeyê Hêza Piştevaniya 2 ya Hêza 70 ya Hêzên Pêşmerge û hejmarek ji efserên pilebilind yê wê hêzê  civiya 16/2/2024 li baregeha encûmenê li Silêmaniyê.
Li gorî daxuyaniya çapemeniyê ya ku ji PUKMEDIA'yê re hatiye şandin, tedbîrên pêvajoya çaksaziyê û yekxistina hêzan hatiye ragihandin. Berpirsê Encumena Parastina Berjewendiyên Bilind ên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Şêx Cefer Şêx Mistefa çendîn rênimayî  pêşkêşî amadebûyan kir û di heman demê de amadehiya xwe bo berdewamiya piştgiriya  proseya yekxistina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê nîşan da.
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket