Konferansa Ewlekariya Munichê bi amedebûna Serok Bafil tê lidarxistin
Kurdistan 11:01 AM - 2024-02-16
MSC
Konferansa Ewlekariya Munichê (MSC) 2024
Serok Bafil Celal Talebanî û zêdetirî 450 berpirsên biryardar û serkirdeyên cîhanê dê beşdarî Konferansa Ewlekariya Munichê (MSC) 2024 li bajarê Miyonşinê yê Almanyayê bibin ji bo sê rojan.Konferansa Ewlehiyê ya Miyonşinê ya 60emîn, 16ê Sibatê dest pê dike, “Şerê Rûsya û Ukraynayê, alozî û tevliheviyên li Rojhilata Navîn, kêmbûna rola Ewropayê ya li cîhanê” mijarên sereke yên konferansê ne.
Konfiransa Ewlehiyê ya Miyonşinê li sala 1963ê hatiye damezrandin û îsal zêdetirî 40 serok û serokwezîran û 90 wezîrên derve dê tevlî wê bibin.Gelek lîderên cîhanê, pisporên ewlehiyê û siyasetmedar dê di navbera 16 û 18ê Sibatê de tevî Konferansa Ewlehiyê ya Miyonşinê (MSC) bibin ku cara 60î ye tê lidarxistin.
Serok Bafel dê çend hevdîtinên siyasî yên girîng pêk bîneSerokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî ji bo beşdariya di Konferansa Asayişa Miyonşinê de serdana Almanyayê dike.
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di çarçoveya beşdarbûna xwe di konferansê de, dê çend hevdîtinên siyasî yên girîng ligel serkirde û berpirsên payebilind ên welatên Rojhilata Navîn, Ewropa û Amerîkayê pêk bîne û di civînê de wê siyaset û stratejiya Yekîtiya Niştimanî pêşkêş bike derbarê mijarên lezgîn û girîng de.
Di hevdîtinên Serok Bafil Celal Talebanî de, mijara parastina aramiyê û dûrxistina Herêma Kurdistanê û Êraqê ji aloziyên li navçeyê û herwiha gotûbêjkirina pirsa rûbirûbûna terorê û bihêzkirina rêkarên hevahengiyê di vî warî de,hat gotûbêjkirin.
Di konferansê de gelek serok û ramanwerên payebilind tên cem hev"Lose-Lose (Bixesire-Bixesire)"
"Di rewşa heyî a gerdûnî de her kes dixesire. Berjewendiyên neteweyî rê li ber hevkariya gerdûnî digirin."
Di vê navberê de, Rapora Ewlehiyê ya Munîhê ya 2024an beriya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê bi sernavê “Lose-Lose” hat weşandin ku tê de mijarên parastin û siyaseta derve dê bên nîqaşkirin.
Giringiya konferansa îsal çi ye?
- Ev 60emîn salvegera konferansê ye. Konferansa yekemîn di sala 1963yan de pêk hat.
- Ji bo kombûna berpirsên bilind ên welatan û pisporan ji bo niqaşkirina pirsên germ ên ku bandorê li ser ewlehiya cîhanê dikin konferanseke mezin e.
- Konferans di heman demê de platform û derfetek e ji bo danûstandin û dîtina çareseriya gelek pirsgirêkên siyasî û ewlehiyê.
Mijarên sereke yên ku di konferansê de bêne gotûbêj kirin ev in:
- Aloziyên jeopolîtîk û zêdebûna nediyariya aborî
- Şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de û metirsiyên girêdayî wê
- Gefên ewlehiyê yên din: guherîna avhewa û êrîşên sîber
- Pêşeroja sîstema navdewletî û hemahengiya cîhanî
- Encamnameya rapora Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê
Rewşa Rojhilata Navîn
Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê rapora xwe ya salane li ser ewlehiya cîhanî û pirsgirêkên wê diweşîne. Li ser Rojhilata Navîn, rapora îsal wiha ye:
- Beriya şerê di navbera Hemas û Îsraîlê de, nêzîkbûneke girîng di navbera Îsraîl û welatên Ereb de hebû, ku rewşa jeopolîtîk li Rojhilata Navîn guherand.
- Hevkarî û hevrêziya di navbera welatan de bûye sedema berjewendiyên hevpar ên aborî û aramiya siyasî
- Welatên Rojhilata Navîn di navbera hêzên cîhanê de wek pirekê tevdigerin û nexwestin ku alîgirê ti rikeberekê bin lê alozî berdewam bûn.
- Zêdebûna lêçûnên leşkerî delîl e ku bêbawerî hîn li herêmê berdewam dike.
- Hewldanên Îranê yên ji bo bidestxistina çekên nukleerî û komên çekdar ên wekîlê wê ji bo Îsraîl û Erebîstana Siûdiyê jî dijwariyek e.
- Erebistana Siûdî hewl da ku ji gefa Îranê dûr bikeve û di heman demê de têkiliyên bi Îmaratê re xirabtir bûn
- Şerê di navbera Hemas û Îsraîl de hişt ku nêzîkbûna li herêmê ber bi paşerojeke ne diyar ve here û şer gefê li tundûtîjiya berfireh a herêmî dixwe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serok Komar tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkan li gor destûrê dike
12:22 PM - 2024-04-28 -
Emê zêdetir hevkariya Iraq û Herêma Kurdistanê bikin
05:33 PM - 2024-04-27 -
Êrîşa balafirên bêmirov ên Kormorê bû sedema bertekên navneteweyî
10:56 AM - 2024-04-27 -
Talebanî : Bi siyaseta Deste Gul a Mam têkoşînê bidomînin
10:42 PM - 2024-04-26
zêdetir tamaşe bike
Parlementar: Di vê heftiyê de dê mûçeyên karmendan were şandin
11:37 AM - 2024-04-28
71 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
11:22 AM - 2024-04-28
Yemen navên kuştî û birîndarên li qada Kormorê eşkere kir
07:53 PM - 2024-04-27
Îmarat: Êrîşa li ser Kormorê teror û binpêkirineke navdewletî ye
06:07 PM - 2024-04-27
zortrin xwendraw
-
Serok Komar tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkan li gor destûrê dike
Kurdistan 12:22 PM - 2024-04-28 -
Parlementar: Di vê heftiyê de dê mûçeyên karmendan were şandin
Kurdistan 11:37 AM - 2024-04-28 -
71 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
Kurdistan 11:22 AM - 2024-04-28 -
Jêderek ji Serkirdayetiyê: YNK li gel paşxistina hilbijartinan nîne
Kurdistan 03:39 PM - 2024-04-28