Serok Bafil Celal Talebanî beşdarî Konferansa Ewlekariya Miyonx dibe

Kurdistan 11:19 PM - 2024-02-15
Serok Bafil Celal Talebanî PUKMEDIA

Serok Bafil Celal Talebanî

Serok Bafil

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî ji bo beşdariya di Konferansa Asayişa Mîyonx de serdana Almanyayê dike.

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di çarçoveya beşdarbûna xwe di konferansê de, dê çend hevdîtinên siyasî yên girîng ligel serkirde û berpirsên payebilind ên welatên Rojhilata Navîn, Ewropa û Amerîkayê pêk bîne û di civînê de wê siyaset û stratejiya Yekîtiya Niştimanî pêşkêş bike derbarê mijarên lezgîn û girîng de.

Di hevdîtinên Serok Bafil Celal Talebanî de, mijara parastina aramiyê û dûrxistina Herêma Kurdistanê û Êraqê ji aloziyên li navçeyê û herwiha gotûbêjkirina pirsa rûbirûbûna terorê û bihêzkirina rêkarên hevahengiyê di vî warî de,hat gotûbêjkirin.

Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket