Qubad Talebanî: Piştgiriya ciwanên Kurd ên jêhatî li Brîtanyayê bikin

Kurdistan 07:35 PM - 2024-02-15
Qubad Talebanî PUKMEDIA

Qubad Talebanî

Qubad Talebanî

Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî pêşwaziya parêzgarê Lambeth a Londonê Sarbaz Barzancî kir û di wê hevdîtinê de li ser giringîdan bi rewenda kurd li Brîtanyayê û diyardeya koçberiya neyasayî gotûbêj kirin.


Di civîna roja pêncşemê (15.02.2024) li Hewlêrê û bi amadebûna James Goldman Konsulê Giştî yê Brîtanya li Herêma Kurdistanê, Qubad Talebanî pîrozbahî li Serbaz Barzancî kir ku weke Kurdekî kariye serkeftinên mezin li Brîtanyayê bi dest bixe, û heta wê astê ku bibe parêzgar ,hêvî xwast ku li dahato de serkeftinêneke mezin bid dest bixe.

Yek ji mijarên civînê jî behs li çawaniya ginigîdan rewendî Kurd li Brîtanyayê kir. Qubad Talebanî daxwaz kir ku zemînek ji bo piştgirîkirina gelê Kurd ê jêhatî ku di nav wan de hunermend, werzişvan û akademîsyen di nav de ne, were avakirin, da ku karînên xwe hem ji bo xizmetkirina welat û hem jî ji bo rewendî Kurd jî bikin. Di vî warî de amadebûna xwe ji bo her hemahengî û alîkariyê nîşan da.

Li beşekî dinê civînê de behsa çawaniya kêmkirina rêjeya koçberiya neyasayî hate kirin, her du alî li ser wê yekê li hev kirin ku divê kar ji bo pêşxistina navçeyên ku xelk lê koçber dibin, bikin, lewra Brîtanya û welatên rojava divê beşek ji bûdce û şiyana xwe ji bo nehiştina koçberiya neyasayî berçav bigrin. Ji bo alîkarîkirin û pêşxistina herêmên cuda yên Herêma Kurdistanê.



PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket