Serokkomarê Iraqê ji Tirkiyê re: Kirîz bi diyalogê çareser dibe ne bi binpêkirina serweriya welatan
Kurdistan 03:19 PM - 2024-02-06Serokkomar bi heyeta Tirk re hevdîtin kir
Serokkomar birêz Ebdulletîf Cemal Reşîd îro sêşeme 06.02.2024 li Koşka Bexdayê pêşwaziya cenabê Wezîrê Paraztina Tirkiyê birêz Yaşar Guler û şanda pê re kir ,bi amede bûna Alîkarê Serokê Sererkaniyê Orgeneral Saad Mezher El-Alaq.
Di hevdîtinê de rêyên pêşvebirin û bihêztir kirina peywendiyên dualî û pêşbîniyên hevkariyên hevbeş bi taybetî di warên ewlekarî û zanyariyên istixbaratî de, bi awayekî ku di xizmeta asayîş û aramiya her du welatan de be, ji bilî dosyeya avê û danûstendina bazirganiyê, bi awayekî ku di berjewendiyên hevpar ên gelên Iraq û Tirkiyeyê misoger bike.
Serok: Divê pirsgirêk bi diyalogê bên çareserkirin
Birêz Serok tekez li ser pêwîstiya çareser kirina pirsgirêkên sînorî û dosyayên ewlekarî yên di navbera her du welatan de bi rêya hevkarî, şêwir û hemahengiya hevbeş û damezrandina komîteyên ewlekarî ji her du aliyan bo naskirina pirsgirêkan û pêşde birina çareyên pêwîst û red kirina yekalîbûnê di çareser kirina pirsgirêkan de kir wekû metirsîyê li ser welatên cîran ji nav axa Iraqê.
Cenabê Serok herwiha tekezî li ser pêwîstiya rêzgirtina li serweriya Iraqê û rawestandina binpêkirinên serbazî yên li ser axa Iraqê û bajarên navçeyê jî dike .Çareserkirina pirsgirêkên hilawîstî di navbera her du aliyan de bi rêya diyalogê û berdewamiya civînan ji bo pêkanîna ewlehî û aramiyê li Iraqê û gelên herêmê mijarekî din ya civîne bû.
Serokkomar her wiha bal kişande ser dosyeya avê û balkişand li ser wê yekê ku Iraq ji rewşên ku welatên cîhanê tê re derbas dibin ji ber guhertina avhewayê û zêdebûna hejmara nifûsa wan nirxa avê dinirxîne û tekezî li ser pêwîstiya gotûbêjkirina dosyeya avê kir di warê teknîkî de û dabînkirina pişkek dadperwer ji bo Iraqê ji bo cîbicîkirina hewcehiyên xwe, aktîvkirina karê komîteyên hevbeş û sûdwergirtina ji pisporiyê di birêvebirina dosyaya avê de.
Birêz Serok her wiha bal kişand ser hîn tedbîrên Tirkiyê ji bo rawestandina geştên asmanî yên di navbera firokexaneya Silêmaniyê û bajarên Tirkiyê de, ku dê hevkariyên hevbeş têk bide û rê li ber berdewamiya peywendiyên civakî di navbera her du gelan de bigire û cenabê wî bal kişand ser berjewendiyên hevbeş bi taybetî di pirojeyên avdanî û berhemanîna elektrîkê de li ser çemê Zabê, her wiha hebûna karsaz û kompanyayên Tirkiyê û zêdekirina danûstandinên bazirganiyê wek destpêkek ji bo gihîştina bi têgihîştina hevbeş li ser astengiyên li pêşiya her du welatan tê hesibandin.
Di derbarê rewşa Filistînê de jî, birêz Serokomar piştgiriya Iraqê ji birayên xwe yên Filistînî ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa û redkirina berdewamiya destdirêjiya li ser sivîlan û saziyên tenduristî û xizmetguzariyê teqez kir û pesna helwesta Tirkiyê di piştgirî û alîkariya gelê Filistînê de da.
Wezîrê Paraztina Tirkiyê: Em piştgiriya Iraqê dikin
Ji aliyê xwe ve wezîrê Paraztina Tirkiyê birêz Yaşar Guler piştgiriya welatê xwe ji bo ewlehî, aramî û serweriya Iraqê û xwesteka xwe ji bo bihêzkirina peywendiyên hevkarî û hevahengiya hevbeş di warên curbicur de bi awayekî ku berjewendiyên her du aliyan pêk bîne nîşan da, navberî du gelên dost de.
Wezîrê Tirkiyê diyar kir ku hevkariyeke dualî heye ku tê de avakirina navendeke operasyonên hevbeş û her wiha projeya avakirina sê bendavan li ser çemê Zabê heye û dilgiraniya xwe ji bo pêşxistina çareseriyekê ji bo vegerandina geştên asmanî di navbera Silêmaniyê û bajarên Tirkiyê de nîşan da.
Wezîrê Tirkiyê bi helkefta yekemîn salvegera erdhejê jî pesna helwesta Iraqê di warê alîkariyan bo gelê Tirkiyê da û tekez li ser wê yekê kir ku welatê wî piştevaniya bihêzkirina ewlehî û aştiyê û çareserkirina hemû pirsgirêkan dike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokkomar pêşwaziya Serokê Filistînê dike
11:21 PM - 2024-05-15 -
Saadî Pîra: YNK dixwaze jiyana xelkê xweş bike
05:49 PM - 2024-05-15 -
YNK hertim piştgirya daxwazên rewa yên mamostayan dike
06:38 PM - 2024-05-14 -
Pirsgirêka mûçe bi xemsariya Hukûmet ve girêdayî ye
04:47 PM - 2024-05-14
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil li Washington: Divê em rûbirûyê terorê bibin
10:00 PM - 2024-05-15
Talebanî: Bi cesareta Serok Bafil, YNK niha hêzeke pir bibandor e
06:04 PM - 2024-05-15
Serok Bafil: Berdewamiya alîkariyê dibe alîkar bo jinavbirina terorê
02:29 PM - 2024-05-15
Serok Bafil: Parastina mafên mamosteyan bi erkê xwe dizanin
01:43 PM - 2024-05-15
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil: Parastina mafên mamosteyan bi erkê xwe dizanin
Kurdistan 01:43 PM - 2024-05-15 -
Serok Bafil: Berdewamiya alîkariyê dibe alîkar bo jinavbirina terorê
Kurdistan 02:29 PM - 2024-05-15 -
Xwecihkirin pirsgirêka dana mûçeyên karmendan çareser dike
Kurdistan 11:15 AM - 2024-05-15 -
Qubad Talebanî: Mamoste hertim li pêşiya têkoşîn û qurbanîdanê bûne
Kurdistan 09:43 AM - 2024-05-15 -
Talebanî: Bi cesareta Serok Bafil, YNK niha hêzeke pir bibandor e
Kurdistan 06:04 PM - 2024-05-15 -
Rojnamevana Kurd (Newroz Reşo) xelateke girîng ya Amerîkayê wergirt
Hewal 11:32 AM - 2024-05-15 -
Saadî Pîra: YNK dixwaze jiyana xelkê xweş bike
Kurdistan 05:49 PM - 2024-05-15 -
Serok Bafil li Washington: Divê em rûbirûyê terorê bibin
Kurdistan 10:00 PM - 2024-05-15