Rufatên 41 şehîdan Êzdî hatin bin ax kirin

Kurdistan 12:22 PM - 2024-01-24
Cenazeyên şehîdan PUKMEDIA

Cenazeyên şehîdan

YNK

Îro Çarşemê termê 41 şehîdên navçeya Şengalê gihîştin goristanên ku ji bo şehîd û qurbaniyên rêxistina terorîst a DAIŞê bi amadebûna girseyeke mezin û hejmarek berpirsan hatine veşartin.

Nûnera Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Rojî Ziyad Sîdo ji PUKMEDIA re ragihand: Rufatên 41 şehîdên navçeya Şengalê hatin vegerandin û li goristanên şehîd û qurbaniyên rêxistina terorîst a DAIŞê bên veşartin.
Wê her wiha got: D.N.A li ser termên şehîdan li parêzgeha Bexdayê lêkolîn hatin kirin û termên şehîdan ji bo veşartina li goristanên şehîdan hatin vegerandin navçeya Şengalê û diyar kir ku malbatên şehîdan zarokên xwe bi lêkolîna li ser şehîdan nas kirin.

Yekîtiya Niştimanî her tim ji bo xizmeta Êzidiyan dixebite
Nûner Rojî Ziyad Sîdo, Seroka Lijneya Koçberî û Lihevhatinê ya Parlamentoya Kurdistanê dibêje: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê hertim daxwaza dabînkirina mafên êzîdiyan dike ji ber ku rastî neheqiyeke mezin ji aliyê rêxistina terorîst a DAIŞê ve hatiye kirin.

Wê got jî: Êzîdî hêjayî wergirtina qerebûyê ne û mafên wan wek şehîdên mayî li hemû navçeyên Iraqê be, ji ber ku van kesan malbat û malên xwe ji dest dane û heta niha li kampên awareyan mane û cihê guncaw divê ji bo wan bên dabînkirin û vegerin warên wan.

Heta niha nêzî 4 hezar û 500 kes winda ne

Nûnerê YNKê Rojî Ziyad Sîdo dibêje: Hejmara welatiyên êzîdî yên wenda bûne heta niha nêzîkî 3000 kesên winda ne, ku heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

Wê got jî: Nêzîkî 1500 keçên êzîdî yên revandî jî hene ku heta niha çarenivîsa wan ne diyar e, û em li gel dezgehên şareza kar dikin bo wergirtina zanyariyan li ser wan kesên winda.

 

PUKMEDIA


zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket