Komîsyon encamên hilbijartinan pesend dike û Yekîtî ji bo diyalogê amade ye

Kurdistan 06:53 PM - 2024-01-21
Rizgar Hecî Heme PUKMEDIA

Rizgar Hecî Heme

YNK

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Êraqê encamên dawî yên hilbijartinên encumenên parêzgehên Êraqê pesend kir û berpirsê ofîsa hilbijartinan a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê jî dibêje: Qonaxa piştî pejirandina encamên hilbijartinan, qonaxa damezrandina hikûmetên herêmî ye û Yekîtiya Nîştimanî amade ye ku gotûbêjê li gel hemû aliyên ku di hilbijartinan de bi ser ketin de bike.

 

Îro yekşemê 21.01.2024ê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Êraqê pesendkirina encamên dawî yên hilbijartinên encumenên parêzgehên Êraqê ragihand, derbarê vê mijarê de Berpirsê Ofîsa Hilbijartinan a Yekîtiya Niştimanî Rizgar Hema ragihand ku di daxuyaniyekê de ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand: “Komîsyonê proseyek hilbijartinê ya serkeftî, democrat, Şefaf Tevî hin binpêkirinên biçûk jî dûrî destwerdanê bû û ev yek jî dihêle ku çavdêriya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bike.

 

Rizgar Heme got jî: Komîsyonê bi kerta dengderan ya biyometrî ya demdirêj kar kir, tomara dengderan hate pêdaçûn û komîsyon ji xeletîyên xwe yên berê sûd wergirt û van hemû faktoran hîşt ku komîsyon bi serkeftî hilbijartinên encûmena parêzgehan birêve bibe.
Berpirsê ofîsa hilbijartinan diyar kir: Piştî ragihandina encamên dawî yên hilbijartinan, emê lezê bidin diyalog û danûstandinan li gel aliyên ku di hilbijartinan de bi ser ketine, ji bo diyarkirina parêzgarê Kerkûkê û dagirtina postên îdarî, ji ber ku Yekîtiya Niştimanî kariye di hilbijartinan de bi ser bikeve û 5 kursiyan li Kerkûkê bi dest bixe û ev yek jî hêjayî wergirtina posta parêzgariyê ye.

Li gorî encamên hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di nava hevpeymaniya (Kerkûk, hêz û îradeya me) de 5 kursî bidest anî.

 

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket