Şoreşa agahdarkirinê dibe alîkar bo kêmkirina gendeliyê
Kurdistan 05:31 PM - 2023-11-22
PUKMEDIA
Dr. Serjal Qadir
Pisporek di warê lêkolîna zanyariyên satelaytê de di wê baweriyê de ye ku şoreşa agahdarî û çareseriyên biaqil ji bo geşepêdana navçeyî li Kurdistanê giringe û bi vegerandina baweriyê di navbera hikûmet û hemwelatiyan de, dibe alîkar bo kêmkirina tawan û kêmkirina gendeliyê.
Dr. Serjal Qadir, alîkarê mamostayê zanîngeha Southampton a Brîtanya, û pisporê lêkolîna zanyariyên satelîtê, di hevpeyvînekê de ligel malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, PUKMEDIA, ragihand: “Di dema borî de zanyariyên kevneşopî ji bo peydakirina statîstîk û nifûsa welatan dihat bikaranîn, lê ji ber lêçûna wê ya zêde û windakirina demê, hate guhertin.”
Derbarê rola welatiyan di vê şoreşa agahdarkirinê de, Dr. Sergal Qadir got: "Hemwelatî dikarin alîkariya wan kesên ku di warê berhevkirina zanyariyan de kar dikin bikin û zanyariyên rast bidin wan, ji ber ku ev agahî dikarin bibin alîkar ku pirsgirêkên aborî, jîngehparêzî û yên din çareser bibin, wek mînak tenê di sala 2013an de li Iraqê zêdetirî 10 hezar kes mirine ji ber pêlên tozê.” Her wiha di sektorên cuda de zêdetirî 15 milyar dînar zirar gihandiye welat.
Pisporê karûbarê ragihandinê got jî: "Şoreşa agahdarkirinê dikare baweriyê di navbera hikûmet û welatiyan de vegerîne, bi taybetî jî beşê ciwanan, ji ber ku zanyariyên biaqil ji zanyariyên kevneşopî bi şefafiyettir e û tekez kir ku ew ê di heman demê de bibe alîkar ji bo kêmkirin û redkirina karûbarê gendeliyê, ji ber ku dema hemwelatî bigihêje zanyariyên rast û berfereh, bersiva hemû pirsên xwe tê de dibîne, ku gumanên derbarê karê hikûmetê ji holê radike û diyardeya gendeliyê jî sînordar dike, ji ber ku agahiyê xerckirin jî di vê navberê de diyar in."
Qubad Talebanî destpêşxeriya Şoreşa Agahdarî û Çareseriyên Aqilmend radigihîne
Di roja 14.11.2023ê de, di salvegera damezrandina bajarê Silêmaniyê de, Qubad Talebanî cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê, destpêşxeriya Şoreşa Ragihandinê û Çareseriyên Aqilmend ji bo Pêşxistina Herêmê dest pê kir, di dema destpêkirina çalakiyên yekemîn konferansa MEED li bajarê Silêmaniyê.
Qubad Talebanî di dirêjahiya axaftina xwe de di vekirina konferansê de got: Ev proje ji bo komkirina zanyariyan û beşdariya di çareserkirina pirsgirêkan û pêşxistina asta civakê de gelek giringe û dê bibe girêdana hemû aliyan.
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got jî: Ji ber ku zanyariyên rast li ber destê me nebûn, me nekarî projeyan bi awayekî wekhev li ser hemû deveran dabeş bikin û bi dîtina me xuya dike ku bajaran pêşkeftineke mezin dîtine, lê navçe û gund hîn jî wek xwe ne.
Got jî: Herêma Kurdistanê bi aboriyeke aram pêş nakeve, eger em li pey sîstema hukimdarî û geşepêdana herêmê nebin û hemû saman û şiyanên mirovî û xwezayî di xizmeta geşepêdan û geşbûna zanistî de nebin, ji ber ku li van deveran mirovên mezin hene bi serwet û şiyan û divêt bernameyeke taybet ji bo her herêmekê hebe ji bo pêşxistina wan.
Got jî: Şoreşa agahdarkirinê dê xizmeta hemû bajarên herêma Kurdistanê bike, û divê em hemû bi hev re kar bikin bo komkirina zanyariyan û pêşkêşî her kesî bikin, eger em karibin vî karî bi cih bînin, emê bizanin ka aborîya me ya bihêz heye an na?.Û em dikarin pirsgirêkan zûtir û rasttir çareser bikin.
Wî berdewam kir: Hevdem ligel destpêkirina şoreşa ragihandinê, tiştekî ji wê girîngtir heye, ew e ku hemwelatiyan di biryardanê de beşdar bikin û bi mekanîzmayeke guncaw ji bo beşdarbûna hemû welatiyan di çareserkirina pirsgirêkên civakî û rêveberiyê de.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Parlemana Ewropa Pêvajoya Aştiyê li Turkiye gotûbêj kir
11:08 PM - 2026-06-04 -
Vaksîna Rûsî û hêviyek ji bo Pençeşêrê
10:27 PM - 2026-06-04 -
Lîstikvanekî Kurd di Şampiyoniya Satrancê de serkeftinek girîng tomar kir
04:46 PM - 2026-06-04
zêdetir tamaşe bike
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
01:37 PM - 2026-06-05
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Dahata heftiya borî ya Silêmanî zêdetirî 3 Milyar Dînar in
Kurdistan 09:45 AM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06



.jpg)


Aplîkêşin

