Xebata Yekîtî yê niha, qonaxa kirdar e

Kurdistan 01:36 PM - 2023-05-29
48 sal ji xebata Yekîtî PUKMEDIA

48 sal ji xebata Yekîtî

Yekîtiya Niştimnaî ya Kurdistanê hertim ji bo qonaxên nû têkoşiyaye û ev jî bûye motor û berdewamiya tekoşîna giştalî ya Yekîtî ji bo wan demên ku doza mafên kurdan ji aliyekî ve di metirsiyê de ye.YNKê ji aliyekê ve li ser rastkirin û parastina mezinahiya herêmê û ji aliyê din ve jî dabînkirina jiyan, xweşî û avadankirina xelkê Herêma Kurdistanê li ser milê xwe girtiye .

Bi nêzîkbûna 48 saliya temena YNKê re, têkoşîna xwe ya niha veguherandiye çalakiyan û bi rêya peywendiyên dîplomatîk hewl dide maf û mafên darayî yên gelê Herêma Kurdistanê bidest bixe. Ji bilî ku li Êraqê jî li ser rêya Serok Mam Celal hewl dide jiyaneke bi rûmet ji bo gelê Êraqê dabîn bike û nebûye beşek ji nakokiyên siyasî, lê hewla çareserkirina pirsgirêkan di rêya diyalogê da ye.

Yekdengiya Yekîtî bandoreke erênî kiriye

Endama Serkirdatiya YNKê Fehîme Sabir ji PUKMEDIA re wiha got: " Piştî mirina serok Mam yekîtî ti carî weke niha yekdeng û yek helwêst nebû ye, ku bandoreke erênî li ser xebat û çalakiyan kiriye.

“YNK bi serokatiya Bafil Celal Talebanî li ser asta navxweyî ya Herêma Kurdistanê ji bo yekrêziya partiyên Kurdistanî li Herêma Kurdistanê hewlên cidî dan û deriyê mala mamê xwe li Dukanê ji bo wê yekrêziyê vekir.
Ev jî ji bo ku di hemû waran de xizmeta gelê Kurd bikin."

YNK ji bo mafên pêkhateyan têdikoşe
YNKê dirûşma xizmetkirina xelkê bilind kir û hewlên xwe yên ji bo dadperwerî û bidestxistina mafên gelê Herêma Kurdistanê zêde kir, di heman demê de giringî bi mafên civakan û xizmetkirina olên cuda ji bîr nekir.

Fehîme Sabir wiha jî got:Li ser rêbaza serok Mam Celal Yekîtî giringiyê bi ol û pêkhateyên cuda yên Herêma Kurdistanê daye û daxwaz kiriye ku di parlamentoyê de mafên civakan bên parastin û di nakokiyên siyasî de neyê bikaranîn, li şûna vê divê nûnerên wan ên li parlamentoyê bi rastî nûnertiya civakan bikin û bibin parêzvanên wan ên rastîn.”

Amaje bi wê yekê jî kirk u "YNK'ê diruşmeya xizmetkirina gel bilind kiriye û hewlên xwe yên ji bo dadperwerî û bidestxistina mafên gelê Herêma Kurdistanê zêde kiriye.
YNK ji bo yekrêzî û xizmetkirina gelê Êraqê hewl dide

YNK bi rêkeftinên xwe yên siyasî parêzvanekî bihêz e ji bo mafên Herêma Kurdistanê û di xebatên xwe de jî ev yek îsbat kiriye.

Endama Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ya Bexdayê Rebîhe Hemed ji PUKMEDIA re wiha got:“Eger YNK berê bi çekan mafê gelê Kurd diparast, niha bi rêkeftinên siyasî, dîplomasî û peywendiyên xwe parêzvanekî bihêz e ji bo mafên Herêma Kurdistanê û bi kar û xebat de jî ev yek îsbat kiriye.”

"YNK niha li ser peywendiyên dîplomatîk ên ku ji aliyê serok Mam Celal ve li Bexdayê hatiye danîn, didomîne. Ti carî hewl nedaye bibe beşek ji nakokiyên siyasî yên Êraqê."
Berovajî vê yekê, navbeynkariya serkirdeyê YNKê di dema avakirina hikûmeta nû ya Êraqê de ev rastî îsbat kir ku YNK hewla yekrêziyê dide û xizmeta gelê Êraqê dike.”

 

Hewldanên Yekîtî bi çalakiyên li ser erdê encam dan

Rabîhe Hemed diyar kir: “Hewldanên rastîn ên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li Bexdayê ji bo bidestxistina aramiyê li Êraqê, garantîkirina mafên Herêma Kurdistanê û xizmetkirina welatiyên navçeyên nakok, belgeya helwesta tund a Yekîtiya Niştimanî ye ji bo pêkanîna Êraqeke demokratîk ku tê de mafên hemû pêkhateyan bê parastin ava bikin.”
Endamekî Encûmena Serkirdayetiyê got: Bi hewlên siyasî yên Serok Bafil Celal Talebanî û hewlên îdarî yên Qubad Talebanî cîgirê serokwezîrê Herêmê, rêkeftina ku di navbera Bexda û Hewlêrê de hatibû îmzekirin kete warê cîbicîkirinê û destkeftiyên darayî yên gelê Kurdistanê di proje yasaya bûdceya federal de hat piştrastkirin.”
Beriya 48 salan, di Yekê Hezîrana 1975an de û piştî paşketina şoreşa Îlonê, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji aliyê Serok Mam Celal û hevalên wî ve (Newşîrwan Mistefa, Dr. Kemal Fûad, Dr. Fûad Masûm, Adil Murad, Ebdulrezaq Feylî, Omer Şêxmûs) ) hate damezrandin.  
Jidayikbûna Yekîtiya Niştimanî di wê rewşa hestiyar de ji bo gelê Kurdistanê pêwîstiyeke neçarî bû, ji ber ku Yekîtiya Niştimanî karî piştî salekê ji damezrandina xwe careke din şoreşê gur bike, û piştî rûxandina rêjîma Baas ya hilweşiyayî di sala 2003an de. Yekîtiya Nîştimanî li Bexdayê ji bo bidestxistina mafên gelê Kurdistanê li çarçoweya federaliya demokratîk a Êraqê û li Herêma Kurdistanê, bi ala pêkanîna dadperwerî û rêvebirina baş, ji bo ku hemû welatî bikarin ji xêr û bereketên welat sûd werbigirin, bi awayekî bê rawestan hewl dide.

 

PUKMEDIA 

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket