Kurdek li Birîtaniya jiyana 30 kesî ji mirinê rizgar dike

Cîhan 01:13 PM - 2023-05-20
Kurdekê ku li Birîtaniya 30 kes rizgar kiriye PUKMEDIA

Kurdekê ku li Birîtaniya 30 kes rizgar kiriye

Kurdekî ku li Brîtanyayê dijî, di encama bûyereke şewatê de nêzîkî 30 kes rizgar kir.û ev yek cihê serenca ragihandina Birîtaniyayê kişand û wek xwe jî dibêje: "Tenê hesta mirovahî û berpirsiyariyê bû sedem ku ew jiyana xwe bixe xetereyê."
Kurdê ku li Brîtanyayê bûye ku bi bûyerê re rû bi rû bû Serwar Mehmûd ji PUKMEDIA re wiha got:“Hesta berpirsyarî û mirovatiyê bû sedem ku ez jiyana xwe biavêjim xeterê û piştî ku ez bûyerê hîn bûm bi tena serê xwe çûm cihê bûyerê.

"Roja Çarşemê 17-5-2023 demjimêr 21:00 li dikanek û çend malên li ser dîkanê li bajarê Rêksamî li Bakurê Wêlzî li Brîtanya, ji ber ku derengê şevê bû, haya kesî jê tune bû dema min hest bi bêhna dûmanê kir yekser çûn wir.
Serwar kurê Pêşmergeyê dêrîn ê YNKê Mehmûd Murad e,  Bavê Serwar hemû jiyana xwe ji bo têkoşîna azadiya gelê xwe terxan kiribû  û xelkê navçeya kelare. Wî karî 30 kesan ji mirin û çewtandinê rigar bike.
Serwar Mehmûd hemwelatiyê Kurd e ku 15 sal in li Brîtanyayê dijî.
Bi xebatên xwe yên mirivahî bala çapemeniya Birîtaniya kişandiye.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket