Roja Cîhanî ya Azadiya Rojnamevanan, zincîreya binpêkirinan dirêjpêder e
Kurdistan 01:55 PM - 2023-05-03Binpêkirina mafên Rojnamevanan
Îro Çarşemî
hevdem e bi boneya roja cîhanî ya azadiya rojnamevaniyê di demekê de ku karê
rojnamevanî ber bi paşveçûna berçav di ronahiya kabîneya nehê ya hikûmeta
Herêma Kurdistanê de ye, ku gelek rojnamevan li gor yasayên cuda û di bin
fişaran de tên dadgehkirin û cezakirin ji aliya partiya deshilatdar, li hemberê
wê yekê nûneratiyên dîplomatîk û rêkxistinên hikûmî yên navdewletî hişyariyê
didin herêmê ji paşveçûna azadiya çapemeniyê.
Mekteba Siyasî: Peydakirina zemîneke guncaw ji bo karê rojnamevanîPolitburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi boneya roja cîhanî ya azadiya rojnamevaniyê peyamek belav kir.
Mekteba Siyasî di peyama xwe de got: Roja 3ê Gulanê ya her sal ji aliyê Netewên Yekgirtî ve wek roja pêdaçûna li ser şert û mercên ragihandinê, azadiya çapemeniyê û ragihandinê hatiye diyarkirin.
Mekteba Siyasî got: Li gor raportên navdewletî yên li ser mafên mirovan, çavdêriya medyayî, navend û nûneratiyên dîplomatîk ên Herêma Kurdistanê, mixabin wêneyekî xirab xuya dike.
Got jî: ji wan pêşbînî û rexneyên rêxistinên navdewletî li ser vê dosyayê bo Herêma Kurdistanê, ew e ku ew tawanên ne rast li dijî rojnamevanan ji ber gotin û nûçeyên wan yên rast û bi destekî cuda tên girtin û dadgehîkirin.
Mekteba Siyasî di dawiya peyama xwe de wiha got: Bi vê boneya cîhanî û li ser bingeha baweriya me bi demokrasî û azadiya ramanê û nîşandana rastiyan di hemû warên ragihandin û nivîsandinê de, em hertim tekezî li ser berfirehkirina çarçoveya azadiyan û pêşkêşkirina zemîneke guncaw ji bo rojnamevanan dikin, û emê têbikoşin ji bo rakirina qedexeyan û rêgirtin li binpêkirina mafên rojnamevan û medyakarên Herêma Kurdistanê.
Peyam bi boneya Roja Azadiya rojnamegerî ya Cîhanê
Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres di
peyama xwe de dibêje: Di heyama sê deh salên borî de, roja cîhanî ya azadiya
rojnamevaniyê derfetek bû bo civaka navdewletî bo pîrozkirina xebata rojnamevan
û xebatkarên medyayê çêkir, Ev roj rastiyek bingehîn radixe ber çavan: azadiya
me bi tevahî girêdayî azadiya çapemeniyê ye.
Herwaha got: Azadiya ragehandinê bingeha demokrasî û
dadperweriyê ye. Ew rastiyan dide her yek ji me da ku em nerînên xwe pêk bînin
û mafên xwe bistînin. Di mijara îsal de tê bîra me, azadiya çapemeniyê ji bo
bidestxistina mafên mirovan şertê bingehîn e. Lê azadiya çapemeniyê li her
aliyê cîhanê rastî êrîşan tê.
Wî aşkire kir: Rastî di bin hereşeya agahiyên şaş û gotinên
nefretê de ye, ku her du jî dixwazin cudahiyê di navbera rastî û xeyalê, û di
navbera zanyarî û komployê de derxînin. Merkezîbûna zêde ya medyayê di destê
çend kesan de, hilweşîna darayî ya bi dehan rêxistinên nûçeyan ên serbixwe, û
zêdebûna qanûn û rêzikên neteweyî yên ku rojnamevanan dixeniqîne, ev hemû jî
sansurê tundtir dikin û azadiya derbirînê dixe xeterê.
Di heman demê de, Sekreterê giştî got rojnamevan û
xebatkarên medyayê dema ku karên xwe yên jiyanî dikin, çi li ser enternêtê be û
çi li dervayî wê be, rasterast dibin hedef û rastî tacîz, tehdîd, binçavkirin û
girtin tên. herî kêmî ve 67 xebatkarên medyayê di sala 2022-an de hatin kuştin
- ji sala berê ji sedî 50 zêdebûnek ecîb. Nêzîkî sê ji çar parên rojnamevanên
jin rastî şîdeta li ser înternetê hatine û ji çaran jinek rojnameger rastî
tehdîdên canî hatine.
Wî berdewam kir: Beriya 10 salan Netewên Yekgirtî pilanek
kar li ser ewlehiya rojnamevanan amade kir bi armanca parastina xebatkarên
medyayê û bidawîkirina bêcezakirina tawanên ku li dijî wan hatine kirin. Di vê
Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de û di hemû rojên boneya de, divê cîhan bi
yek dengî biaxive.
Guterres di dawiya peyama xwe de wiha got: Bila gef û êrîş
rawestin. Bila binçavkirin û girtina rojnamegeran a ji ber karê xwe dikin
raweste. Bila derew û agahiyên dûr ji rastiyê bi dawî bibe. Bila armancgirtina rastiyan raweste. Cîhan li gel rojnamegeran di lêgerîna wan a parastina
rastiyan de ye.
Hikumeta Herêmê alîkariyê bi rojnamevanan re nake
Endamê lijneya çand û civaka sivîl û werzêş û lawan di parlemana Kuridstanê de, Azad Ekrem ji malpera fermî ya YNKê PUKMEDIA`yê re ragihand:" Em li gel raportên navnetewî yên ku peywendîdarin bi azadiya karên rojnamegerî di hundirî sînorê hikumeta Herêma Kurdistanê de ne. Her weha pêwîste hikumeta Herêma Kurdistanê nerîna xwe derbarê mijara azadiya karên rojnamegeriyê bighure".
Di dirêjahiya daxuyaniya xwe de, wiha got: "Hikumeta Herêma Kurdistanê beşa şêr ji têkçûna rewşa azadiya rojnamegeriyê di herêma Kurdistanê de heye, ji ber ku bi rojnamevanan re nabe alîkar wek tê xwestin, di demekê de ye ku derfet ji parlemanê re tune ye ku projeyekê ku xizmeta azadiya bîrûra û karên rojnamevanan bike ava bikin".
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
73 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
09:35 AM - 2024-05-12 -
Emê bibin alîkar ku peywendiyên Kurdistanê û Iraqê bihêztir bibin
02:15 AM - 2024-05-12 -
Xanima Yekem: Desteserkirina mafên her welatiyekî dijberî xwezaya civakê ye
11:48 AM - 2024-05-11 -
Encumena Nûneran dê hefteya bê serokê xwe hilbijêre
04:50 PM - 2024-05-09
zêdetir tamaşe bike
Êraq 01:51 PM - 2024-05-12 Serok Komarê tekezî li ser pêwîstiya parastina çavkaniyên avê ji qirêjiyê dike
Serok Bafil: di rêvebirina welat de bi hevkariyeke rasteqînî bawer in
06:33 PM - 2024-05-11
Giliyek pêvajoya demokrasiyê têk dide
03:48 PM - 2024-05-11
Dadgeha Federal dê 3 giliyên li dijî Kurdistanê guhdarî bike
11:13 AM - 2024-05-11
Li hember zilma li ser cotkarên gundê Palkana bêdeng nemînin
10:02 PM - 2024-05-10
zortrin xwendraw
-
73 hejmara heftaneya dîjîtal a Îngilîzî hat weşandin
Cîhan 09:35 AM - 2024-05-12 -
Serok Komarê tekezî li ser pêwîstiya parastina çavkaniyên avê ji qirêjiyê dike
Êraq 01:51 PM - 2024-05-12