Salvegera bombebarankirina Koptepa û Esker, destpêkirina enfala çarem

Kurdistan 10:44 AM - 2023-05-03
Enfala çarem PUKMEDIA

Enfala çarem

Kurdistan Enfal

Îro Çarşemê 03.05.2023ê 35`emîn salvegera bombebarankirina herêmên Koptepa û Esker ên navçeya Axcilarê bi çekên qedexekirî yên kîmyayî ye.

Di 3-5-1988`an de Rêjîma Baas Goptepe û Esker bi çekê kîmyawî bombebaran kir ,di encamê de bi dehan sivîl di nav de jin û zarok şehîd ketin ,milet neçar man û berê xwe dabûn şikeftan da ku xwe ji mirinê biparêzin  û di 4 meha 5  hemen salê de di rêjîmê di bejahiyê re jî êrîşî navçeyê kirin û rûxand û şehîd di gorên bi komî de veşartin. hijmara ku çarenivîsên xwe ne diyar 1680 kes bûn.

Qonaxên enfalan:
Heşt qonaxên Enfalê:
*Enfal Yekem: Navçeya Silêmaniyê, ji 23ê Sibatê heta 19ê Adara 1988an devera (Sergelo) dorpêç kir.

* Enfal duyem: Qerdex, Baziyan û Derbendîxan ji 22ê Adarê heta 1ê Nîsanê.

Enfala sêyemîn: Germiyan, Kelar, Bawnur, Kifrî, Douz, Senkew, Kader Kerem, di 20ê nîsana heman salê de.

* Enfala çarem: di nav sînorên deşta (Zêy Biçok) de, yanî devera Koye, Teq Teq, Axcilar û Newşwan, ji 3ê Gulanê heta 8ê Gulanê.

* Enfala pêncem, şeşem û heftem: derdora Şeqlawe û derdora 15ê Gulanê heta 26ê Tebaxê.
Enfala heştem: qonaxa dawî, Badînan, Amîdî, Akri, Zaxo, Şêxan û Duhokê, di 25ê Tebaxê û heta 6ê Îlona heman salê.
Hêzên beşdar di Enfala çaremîn de

Di operasyona Enfalê ya çaremîn de ev hêzên leşkerî û hejmarek ji yekîneyên artêşa taybet ên Rêjîma Baas a Sedam beşdar bûn:
*Fermandariya Hêzên Nasir bi pêşengiya Emîd Rukin Xalid Ehmed Îbrahîm.
* Hêza 46, bi fermandariya emîd Elî Ehmed Mihemed.
* Fermandariya Hêzên Parastina Neteweyî.
*Fermandariya Hêzên Parastina Petrolê bi pêşengiya emîd Bariq.
* Lîwa 38.
* Lîwaya Piyade ya Pêncemîn.
* Lîwaya Piyade ya Heştan.
* Lîwaya Piyade ya Duyemîn.
*Fermandariya foca yekem a bi serokatiya emîd Ala Mihemed Taha.
* Lîwaya Piyade ya 444.
* Lîwaya Piyade ya 110.
* Lîwaya Piyade ya 46.
* Lîwaya Yekem ji feyleqa Yekem.
*Beşa Komando.
*  Lîwayên 65 û 66 ên hêzên taybet.
*  Lîwaya 46 a mertal.
* Lîwaya Komando ya Lîwaya 28.
*  Hejmarek ji focên Parastina Neteweyî.
*  Li Silêmanî û Kerkûkê hêzên hawarçûnê
*  Hêzên hewayî
*  Sektora kîmyewî.
* Yekîneyên îstixbaratê û hejmarek hêzên din.

Enfal li Êraqê û li qada navneteweyî weke jenosîd tê naskirin

Di Hezîrana 2007ê de, Dadgeha Tawanan a Êraqê tawanên Enfalê wek jenosaydê pênase kir û biryarek ji bo qerebûkirina qurbaniyan derxist. Heta niha hikûmeta Êraqê ji bo qerebûkirina malbatên qurbaniyên Enfalê ti gav neavêtiye.
Li ser vê biryarê, Civata Nûneran salek şûnda di 14ê Nîsana 2008an de, tawanên Enfalê wek operasyonên plankirî yên bi armanca jinavbirina gelê kurd wek "jenosayd" nas kir û di sala 2017an de, Meclisa Nûneran biryar da ku di meha Nîsanê de. Roja 14ê her sal divê rojeke niştimanî ya bîranîna qurbaniyên wan êrîş û jenosaydê be û li ser asta navdewletî pêngav bên avêtin ji bo naskirina tawana Enfalê wek jenosayd.
Nerwêc, Swêd, Brîtanya û Koreya Başûr operasyona Enfalê wek jenosaydê nas kirin û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ragihand ku ew kar dikin ku ew wek jenosayd û ev doz li seranserê cîhanê bê naskirin.

 

Pêwîstî bi qerebûkirina qurbaniyan heye

Sûcên ku rêjîma Baas li dijî gelê Kurd pêk tîne, li gorî prensîbên hiqûqa navneteweyî û peymanên mafên mirovan weke qirkirin tê dîtin. Dibe ku ji bo qurbaniyên tawanên hovane yên rêjîma Baasê ya Seddam qerebûkirin were xwestin.
Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Parlamentoya Kurdistanê, rêxistin, sendîka, parêzer, kesayet û malbatên qurbanî û şehîdên Enfalê, ji bo wergirtina qerebûya darayî weke mîratgirê dewlet û hikûmeta berê ya Êraqê, li Dadgeha Bilind a Federalî dozê vekin, wek ku li Kuweytê hat kirin, ji ber wê dive gelê Kurdistanê li ser biryara dadgeh û hikûmetê û encûmena nûneran were qerebûkirin.

 

 

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket