Di Newrozê de herî zêde geştiyar hatine Silêmaniyê

Kurdistan 08:27 PM - 2023-03-25
Peravên Herêma Kurdistanê PUKMEDIA

Peravên Herêma Kurdistanê

Di cejna Newrozê û sersala kurdî de, li gorî parêzgehên din, herî zêde geştiyaran serdana parêzgeha Silêmaniyê û seyrangehên derdorê kirine.
Desteya geştiyara ya Herêma Kurdistanê ragihand, 100 hezar geştiyar serdana Silêmaniyê kirine di  Cejna Newrozê ya Kurdî tevî hatina meha pîroz a Remezanê ji bo derbaskirina demeke xweş.
Parêzgarê Hewlêrê da zanîn ku di cejnên Newrozê de 61 hezar geştiyar hatine pêşwazîkirin.
Di dîroka Silêmaniyê de yekem car serokomar û serokê parlamentoya Êraqê agirê Newrozê vêxistin.Zêdetir 50  Konsul û dîplomatên welatên biyanî di Newroza îsal a parêzgeha Silêmaniyê de beşdar bûn, di heman demê de platforma Silêmaniyê çend merasîm û bername ji bo Newrozê amade kiribûn, bi awayekî serkeftî hatin pêşkêşkirin.
PUKMEDIA

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket