Serokkomar û Talebanî: Pirsgirêkên daliqandî pêwîste bên çareserkirin

Kurdistan 06:19 PM - 2023-01-30
Serokkomar û Qubad Talebanî Ragihandina Cîgirê Serokwezîr

Serokkomar û Qubad Talebanî

Îro dûşeme 30.01.2023 birêz Serokkomar Dr.Ebduletîf Cemal Reşîd li Koşka Bexdayê pêşwaziya Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û şanda li gel kir.
Di hevdîtinê de her du alî pêşhatên giştî yên Êraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin û tekez li ser piştgiriya hikûmetê ji bo cîbicîkirina bernameya kar û hemahengiya wezaretan ji bo yekxistina ewlehî û aramiyê û yekkirina nêrînan ji bo çareserkirina pirsgirêkên  hevbeş ên li pêşiya welat kirin.
Serok bal kişand li ser wê yekê ku pêwîste pişta xwe bi diyalogeke bibandor û cidî bê kirin ji bo çareser kirina pirsgirêkên daliqandî  di navbera hikûmeta federal û Herêma Kurdistanê de li gor destûr û yasa û bi awayekî ku daxwazên welatiyan pêkbîne,her wiha  dabînkirina pêdiviyên jiyanê ji bo welatiyan.
Serok bal kişand ser giringiya pesendkirina bûdceya giştî ya welat ji ber ku rasterast bi jiyana welatiyan ve girêdayî ye.
  Ji aliyê xwe ve, Qubad Talebanî pesna rola serokomar di yekxistina nêrînan û dîtina çareseriyan ji bo pirsgirêkên daliqandî   kir.
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket