Hikûmet xwe ji şefafiyeta Hewlêr û Duhokê didize
Kurdistan 04:15 PM - 2023-01-01Hikûmet xwe ji şefafiyeta Hewlêr û Duhokê didize
Hikûmeta Herêma Kurdistanê nabe xwe ji şefafiyeta Hewlêr û Duhokê vedize.
Endamên herdu encunanên Hewlêr û Duhokê radigihînin ku projeya şefafiyetê pêgeha hikûmeta Herêma Kurdistanê cêgir dike û baweriyê ji hikûmetê re vedigerîne ji bo wê yekê gelek girînge ku li herdu parêzgehan jî ew projeya were bi cih kirin û nabe ku hikûmet xwe jê vedize.
Parêzgeha Duhokê ji aliyê erdnîgarî ve hevsînorê du welatên sereke yên Rojhilata Navîne û dahateke gelek mezin ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re peyda dike.
Serokê Fraksiyona YNKê Îmad Şukir Goran got: Şefafiyet projeyek girîng û pîroze û divê li parêzgeha Duhokê were cîbicîkirin, ji ber ku Duhok dahateke mezin dide hikûmetê lê hikûmet ji şefafiyetê diziyê dike.
Nebûna şefafiyet li Duhokê bûye sedem ku haya kesî ji dahata deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl hebe û xelkê Duhokê jî mafê wan heye ku hay ji dahat û xerciyên parêzgeha xwe hebin, bi taybetî ku çend xalên sînorî yên mezin fermî û ne fermî di navbera vê parêzgeh û du welatên mezin wek Turkiy û Sûriyê de heye .
Divê Hewlêr ji şefafiyetê bêpar nemîne
Serokê Fraksiyona YNKê li Encûmena Parêzgeha Hewlêrê Rêbaz Bîrkotî ji PUKMEDIA re ragihand: “Qubad Talebanî bi ragihandina projeya şefafiyetê xizmeteke baş bo proseya demokrasiyê li Silêmaniyê û hemû cîhanê de kir.
Pêwîste xelkê Hewlêrê piştevaniya projeya Qubad Talebanî bikin ji ber ku mafê wan heye ku bizanin ka çiqas dahat û xerciyên parêzgeha wan tê xerckirin. Serokê Fraksiyona YNKê li encûmena parêzgeha Hewlêrê got.
Veşartina dahat û xercên hikûmetê bawerî lawaz kiriye bi taybetî di nav aliyên siyasî yên beşdar di hikûmeta Herêma Kurdistanê û welatiyan de bi giştî lewra şefafiyet dê wê baweriyê ya windabûyî vegerîne.
Her wiha Bîrkotî got: Pêwîste aliyên ku hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk tînin pirojeya şefafiyetê bi cidî û dilpakî tevbigerin ji ber ku ev yek vegera baweriya xelkê bo hikûmetê ye.
Şafafî cureyekî xwestekên gele welatî dixwazin dahat û lêçûnên xwe bizanibin, ji ber vê jî divê weke mafekî takekesî jê bêpar neyê hiştin, ev mijar ne tenê ji bo Silêmaniyê, ji bo Herêma Kurdistanê jî girîng e
Serokê Fraksiyona YNKê li Encûmena Parêzgeha Hewlêrê got divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar li ser bike û şefafiyê pêş bixe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serok Bafil: Em hewil didin hêzên neteweyî xur dûr ji berjewendiyên hizbî ava bikin
04:19 PM - 2024-05-16 -
Serokkomar pêşwaziya Serokê Filistînê dike
11:21 PM - 2024-05-15 -
Saadî Pîra: YNK dixwaze jiyana xelkê xweş bike
05:49 PM - 2024-05-15 -
YNK hertim piştgirya daxwazên rewa yên mamostayan dike
06:38 PM - 2024-05-14
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 09:48 PM - 2024-05-16 Serok Bafil: Hevahengiya berdewam di navbera herêm, Êraq û hevpeymaniyê de bo rûbirûbûna zehmetiyan
Qubad Talebanî û şandeke Amerîkî: Em geşbîn in ku herêm û Bexda dê bigihin rêkeftinekê
07:19 PM - 2024-05-16
Desteya Dadwerî biryara pejirandina giliya derbarê komisyonê hilbiojartinan da
12:10 PM - 2024-05-16
Serok Bafil: YNK niha ji berê cudatir e
11:10 PM - 2024-05-15
Serok Bafil li Washington: Divê em rûbirûyê terorê bibin
10:00 PM - 2024-05-15
zortrin xwendraw
-
Desteya Dadwerî biryara pejirandina giliya derbarê komisyonê hilbiojartinan da
Kurdistan 12:10 PM - 2024-05-16 -
Qubad Talebanî û şandeke Amerîkî: Em geşbîn in ku herêm û Bexda dê bigihin rêkeftinekê
Kurdistan 07:19 PM - 2024-05-16 -
Serok Bafil: Hevahengiya berdewam di navbera herêm, Êraq û hevpeymaniyê de bo rûbirûbûna zehmetiyan
Kurdistan 09:48 PM - 2024-05-16 -
Serok Bafil: Em hewil didin hêzên neteweyî xur dûr ji berjewendiyên hizbî ava bikin
Kurdistan 04:19 PM - 2024-05-16