Hewlêr û Duhok jî daxwaza zelalbûnê dikin
Kurdistan 03:56 PM - 2022-12-27Welatiyên Hewlêr û Duhok jî daxwaza zelalbûnê dikin
Welatiyên herdu parêzgehên din Hewlêr û Duhok jî daxwaza zelalbûnêa dahatan dikin.
Hewlêr û Duhok jî daxwaza zelalbûnê dikin
Hewlêr û Duhok jî daxwaza şefafiyeta dahatan dikin û wek çawa li Silêmaniyê heye bila li herdu parêzgehên din jî hebe ku çiqas xalên sînor dahat têne û diçin hîn jî nediyare û ev yek heya dahata navxweyî jî ne diyare.
Cîgirê serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî bo yekemîn car ji dîroka 30 salî hikûmraniya Herêma Kurdistanê ku bi riya projeya şefafiyetê dahatên Silêmanî û Helebçe û herdu rêvebiriyên Germiyan û Raperîn ji xelkê re dide nasandin ku ev rastiya zelalbûnê ye, lê mixabin hînjî herdu parêzgehên Hewlêr û Duhokê û rêvebiriyên serbixwe li wan deveran ti projeyên xwe di barê şefafiyetê de pêşkêş nekirine û di wê barê de, endamekî encûmena parêzgeha Duhokê jî dibêje: "Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwe ji şefafiyetê didize".
Hewlêr ji şefafiyetê bê beş naye kirin
Şefafiyeta pêgeha hikûmeta Herêma Kurdistanê cîgir dike û mitmaneyê ji hikûmetê re vedigerîne.
Her weha di wê barê de, Rêbaz Bîrkotî serokê koma YNKê di encûmena parêzgeha Hewlêrê de ji maplera fermî ya PUKMEDIA`yê re ragihand: "Cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî di projeya ragihandina şefafiyetê de xizmetekî gelek baş û girîng ji bo proseya demokrasiyê li Silêmaniyê kirî û li hemû cîhanê de mijara şefafiyetê mijareke giştî ye".
"Pêwîste ku xelkê Hewlêrê piştgiriya projeya Qubad Talebanî bikin ji ber ku mafê wane ku wek xelên Silêmaniyê bizanibin ku xerciyeta parêzgehên wan çende û çawa tê xerckirin". Serokê koma YNKê di encûmena parêzgeha Hewlêrê de wiha got.
Hikûmet xwe ji şefafiyeta Duhokê didize
Parêzgeha Duhokê ji aliyê cîgrafiyetê ve li gel du welatên mezin ên Rojhelatê Navîn hevsînore û dahatekî pir ji hikûmeta Herêma Kurdistanê re tê destbiserkirin, di vê rewangehê de, bi cihkirina projeya şefafiyetê ji parêzgeha Duhokê re gelek girîng û serkeftî ye, lê mixabin hikûmet xwe ji wê yekê didize.
Serokê encumena parêzgeha Duhokê Îmad Şukir Goran ji malpera PUKMEDIA`yê re ragiahnd : "Şefefiyet projeyeke girînge û pîroze û bi taybet di parêzgeha Duhokê de were bicih kirin, ji ber ku dahateke mezin ji hikûmetê re tê di demekê de ye ku hikûmet xwe ji "şefafiyetê didize.
Dahatên roja duşema borî 26-12-2022
Li gorî nûhtirîn amareya malpera şefafiyetê www.shafafiat.com ku duh duşeme 26-12-2022 dahatê parêzgeha Silêmaniyê û Helebçe û herdu rêvebiriyên Germiyan û Raperînê 821 milyon û 634 hezar dînar bûne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serok Bafil: Em hewil didin hêzên neteweyî xur dûr ji berjewendiyên hizbî ava bikin
04:19 PM - 2024-05-16 -
Serokkomar pêşwaziya Serokê Filistînê dike
11:21 PM - 2024-05-15 -
Saadî Pîra: YNK dixwaze jiyana xelkê xweş bike
05:49 PM - 2024-05-15 -
YNK hertim piştgirya daxwazên rewa yên mamostayan dike
06:38 PM - 2024-05-14
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 09:48 PM - 2024-05-16 Serok Bafil: Hevahengiya berdewam di navbera herêm, Êraq û hevpeymaniyê de bo rûbirûbûna zehmetiyan
Qubad Talebanî û şandeke Amerîkî: Em geşbîn in ku herêm û Bexda dê bigihin rêkeftinekê
07:19 PM - 2024-05-16
Desteya Dadwerî biryara pejirandina giliya derbarê komisyonê hilbiojartinan da
12:10 PM - 2024-05-16
Serok Bafil: YNK niha ji berê cudatir e
11:10 PM - 2024-05-15
Serok Bafil li Washington: Divê em rûbirûyê terorê bibin
10:00 PM - 2024-05-15
zortrin xwendraw
-
Desteya Dadwerî biryara pejirandina giliya derbarê komisyonê hilbiojartinan da
Kurdistan 12:10 PM - 2024-05-16 -
Qubad Talebanî û şandeke Amerîkî: Em geşbîn in ku herêm û Bexda dê bigihin rêkeftinekê
Kurdistan 07:19 PM - 2024-05-16 -
Serok Bafil: Hevahengiya berdewam di navbera herêm, Êraq û hevpeymaniyê de bo rûbirûbûna zehmetiyan
Kurdistan 09:48 PM - 2024-05-16 -
Serok Bafil: Em hewil didin hêzên neteweyî xur dûr ji berjewendiyên hizbî ava bikin
Kurdistan 04:19 PM - 2024-05-16