Serok Bafil û serokê Fransa êrîşa Parîsê şermezar kirin

Kurdistan 12:10 PM - 2022-12-24
 Serok Bafil û serokê Fransa êrîşa Parîsê şermezar kirin

Serok Bafil û serokê Fransa êrîşa Parîsê şermezar kirin

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî di peyamekê de êrîşa Parîsê şermezar kir û ragihand ku; Dilê me li gel xizim ê xwediyên qurbaniyên êrîşa Parîsê ne.

Di peyamê de serok Bafil wiha got; Bûyera Parîsê û êrîşa bi ser rewenda kurdan de em nîgeranîkirin û dilê me bi kesûkarên qurbaniyan re ne ûm gelkî xemgînin.
Bersiva serokê Firansa Emmanuel Macron cihê rêz û hurmetê ye û em hêvîdarin ku di zotirîn dem de dadperwerî cîbicî kike.

Roja înê 23-12-2022 li navenda Parîsê mêrekî 69 salî bi çek êrîşî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya û sertaşxaneyekê kir û di encamê de 3 kesan canê xwe ji dest dan û 3 kes birîndar bûn. Şahidekî bûyerê diyar kir her sê kesên ku canê xwe ji dest dan Kurdên ji Bakurê Kurdistanê ne.
 Serokê Fransayê Emmanuel Macron derbarê êrîşa çekdarî ya li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ragihand, Kurdên Fransayê di dilê Parîsê de bûne armanca êrîşeke tirsonek.
Herweha serokê Firansa êrîş şermezar kir û got; Kurdên Firansa li nav dilê Parîsê hatin armanc girtin, hoş û bîrê me li cem qurbaniyan in ku xerîkî jiyana xwe bûn û spasiya Hêzên Ewlehiyê jî kir ku bi erkên xwe rabûn.
Amaje bi wê yekê jî hat kirin ku ev 11 rojin tomatbar ji zîndanê hatiye azad kiirn  i niha ji aliya çend kesên kurd ve hat girtin û radestî Polîsê Fransa hat kirin.

PUKMEDIA 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket