YNKê; Hewldanên me bo nehiştina bi erebkirinê û cîbicîkirina xala 140
Rêportaj 02:16 PM - 2022-12-11Yekîtiya Niştimanî.. Hewldanên mezin ji bo nehiştina erebkirinê û cîbicîkirina madeya 140
Parêzgariya Kerkûkê û navçeyên mayî yên kurdistanî yên nakok rûbirûyê kampîneke nû ya erebkirinê dibin, ku ji aliyê komên Ereban ve bi piştgiriya berpirsên îdarî tê kirin.
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê ji ber hesta berpirsiyariya niştimanî kar ji bo rêgirtin û rawestandina kempînên erebkirinê dike û hewla cîbicîkirina maddeya 140ê dide ku baştirîn û guncaw çareserî ye ji bo pirsgirêkên navçeyên cihê nakokiyê.
Kampînên erebkirinê li gorî plansaziyên ji berê hatine plankirin têne kirinNûnerê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Kîlan Qadir ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî PUKMEDIA re ragihand: Operasyonên erebkirina Kerkûkê û navçeyên nakokdar li gorî planên berê pêk tên.
Got jî: piştî biryara civata wezîran bo avakirina komîteya bilind bo cîbicîkirina maddeya 140, kempînên Erebkirinê zêde bûn û alî jî bo wê yekê plan dikin.
Yekîtiya Niştimanî navçeyên nekokdar xistiye nav karên xwe yên pêşînNûner Kîlan Qadir tekez dike: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi hemû hewlên xwe hewl daye ku maddeya 140 cîbicî bike û di bernameya karê hikûmeta nû de cih bigire.
Got jî: Serok Bafil Celal Talebanî di hemû hevdîtinên xwe yên li gel aliyên siyasî de daxwaz ji bo cîbicîkirina maddeya 140 û çareserkirina kêşeyên navçeyên nakokdar kir ji ber ku cîbicîkirina vê madeyê hemû pirsgirêkan çareser dike û mafên pêkhateyan diparêze.
Divê aliyên Kurdistanî ji bo parastina navçeyên nekokdar bibin yekEndamê Parlamentoya Kurdistanê yê YNK Ebdul Nasir Ehmed ji PUKMEDIA re ragihand: Divê aliyên Kurdistanî bi yekdengî kar bikin ji bo çareserkirina pirsgirêkên navçeyên nakok.
Got jî: Kampînên erebkirinê li Kerkûk û navçeyên nakokdar bi piştevaniya serkirdeyên serbazî û berpirsên hikûmetê li wan navçeyan birêve diçin.
Yekitiya Niştimanî yekane alî ye ku herêmên nakok diparêzeParlamenter Ebdul Nasir Ehmed teqez dike: Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê tekane partî ye ku hewl dide navçeyên nakokbar biparêze û xizmeta welatiyan li wan navçeyan bike.
Got jî: Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê yekane partî ye ku bi rêya cîgir û nûnerên xwe yên di hikûmetê de hewl dide rê li ber rastkirina helwêstê ras bike û rê li ber operasiyonên erebkirinê yên ku li dijî navçeyên nakokdar diqewimin bigire.
Divê hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêkan kar bikeBiryardarê Komîteya Herêmên Kurdistanê li derveyî îdareya Herêmê li Parlamentoya Kurdistanê Nasir Ehmed tekez dike: Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi yekdengî kar bike ji bo parastina mafên welatiyan li navçeyên nakokdar.
Got jî: Pêwîste hikûmet alîkariya xelkê navçeyên nakokdar bike û di warê berevanîkirin ji mafên welatiyan li navçeyên nakokbar de gelek bêhêvî ye.
Naveroka madeya 140 a destûra Komara ÊraqêYek - Desthilata cîbicîkar ji bo cîbicîkirina pêdawîstiyên madeya (58) ya yasaya rêvebirina dewleta Êraqê ji bo dewra veguhêz, hemû bendên wê gavên pêwîst bavêje.
Duyem: Berpirsiyariya dli ser milê esthilata cîbicîkar di hikûmeta veguhêz de ku di madeya (58) ya yasaya îdarî ya dewleta Êraqê de ji bo qonaxa veguhêz hatiye destnîşan kirin li ser desthilata cîbicîkar ku li gorî vê destûrê hatiye hilbijartin dirêj dibe û berdewam dike. ku ew bi temamî (normalkirin, serjimêrî û bi encamdana referandumê li Kerkûk û navçeyên din ên nakok, ji bo diyarkirina îradeya hevwelatiyan) di maweya herî zêde ya 31 Kanûna Duyem a sala 2007 de pêk were.
Madeya 140 li ser bingeha maddeya 58 a yasaya îdareya dewletê ye, ku di Adara 2004ê de hatibû derxistin, û komîteyeke bilind ji bo cîbicîkirina wê madeyê di sala 2006ê de hat avakirin, lê çendîn asteng li pêşiya wê hatin danîn.
Di sala 2019 de, Dadgeha Bilind a Federal piştrast kir ku madeya 140 derbasdar e heya ku hemî prosedurên têkildarî pêkanîna wê neqede.
PUKMEDIA tyabet
hewal ziyatr
-
Serokkomar pêşwaziya Serokê Filistînê dike
11:21 PM - 2024-05-15 -
Saadî Pîra: YNK dixwaze jiyana xelkê xweş bike
05:49 PM - 2024-05-15 -
YNK hertim piştgirya daxwazên rewa yên mamostayan dike
06:38 PM - 2024-05-14 -
Pirsgirêka mûçe bi xemsariya Hukûmet ve girêdayî ye
04:47 PM - 2024-05-14
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil li Washington: Divê em rûbirûyê terorê bibin
10:00 PM - 2024-05-15
Talebanî: Bi cesareta Serok Bafil, YNK niha hêzeke pir bibandor e
06:04 PM - 2024-05-15
Serok Bafil: Berdewamiya alîkariyê dibe alîkar bo jinavbirina terorê
02:29 PM - 2024-05-15
Serok Bafil: Parastina mafên mamosteyan bi erkê xwe dizanin
01:43 PM - 2024-05-15
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil : Bi xwendekar û ciwanên welatê xwe bawer im
Kurdistan 10:29 PM - 2024-05-14 -
Serok Bafil: Berdewamiya alîkariyê dibe alîkar bo jinavbirina terorê
Kurdistan 02:29 PM - 2024-05-15 -
Xwecihkirin pirsgirêka dana mûçeyên karmendan çareser dike
Kurdistan 11:15 AM - 2024-05-15 -
Qubad Talebanî: Mamoste hertim li pêşiya têkoşîn û qurbanîdanê bûne
Kurdistan 09:43 AM - 2024-05-15 -
Serok Bafil: Parastina mafên mamosteyan bi erkê xwe dizanin
Kurdistan 01:43 PM - 2024-05-15 -
Talebanî: Bi cesareta Serok Bafil, YNK niha hêzeke pir bibandor e
Kurdistan 06:04 PM - 2024-05-15 -
Rojnamevana Kurd (Newroz Reşo) xelateke girîng ya Amerîkayê wergirt
Hewal 11:32 AM - 2024-05-15 -
Saadî Pîra: YNK dixwaze jiyana xelkê xweş bike
Kurdistan 05:49 PM - 2024-05-15