Siyasetmedar Adil Ebdulmehdî : Serok Bafil wekû Serok Mam Celal e

Kurdistan 11:05 PM - 2022-11-26
 Serok Bafil Celal Talebanî  û Serokwezîrê berê Adil Ebdulmehdî :

Serok Bafil Celal Talebanî û Serokwezîrê berê Adil Ebdulmehdî :

 Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî li Bexdayê ligel siyasetmedarê navdar û serokwezîrê berê yê Êraqê Dr.Adil Ebdûlmehdî hevdîtin pêk anî.
Di hevdîtinê de pêşveçûnên dawî yê siyasî û karnameya hikûmeta nû ya Êraqê hat gotûbêjkirin û têkez li ser serkeftina proseya çaksaziyê û pêşkêşkirina xizmetguzariyên zêdetir hat kirin.
Serok Bafil rol û pêgeha Dr.Adil Ebdûlmehdî di pişgiriya  mafê rewa yê gelê Kurd di demên cûda cûda de bilind nirxand ,ji ber ku Yekîtî qet helwestê mêrxas yê kesayetiyên Niştimanî bîr nake ku hewla pêkva jiyane dane û diyar kir ku YNK heta niha jî bi heman siyaset û stratejiya Serok Mam Celal kar dike, ku têde aramî, yekrêzî û pêkvejiyan heye.
Li hember de jî serokwezîrê berê yê Êraqê pesna rol û siyaseta niştimanî ya Serok Bafil wek serkirdeyekî ciwan û bibandor da ,ku di qonaxên dijwar de hewlê aştî  dide, û ber bi nêzîkbûna aliyan û çareserkirina pirsgirêkan ve diçe nirxand, û her  ev yek jî wiha kir ku roleke bibandor di pêkanîna hikûmeta nû de bileyîze û  Baweriya Êraqiyan bi dest bixe. Got jî: Siyaseta niha ya YNKê bi serokatîya Bafil, siyaseta aqilane  serok Mam Celal tîne bîra me,ku pê kari dikir  ji bo bidestxistina berjewendîyên bilind û niştimanî wek karê sereke temasê jî dikir.
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket