Erkekî dîrokî li ser milê YNKê ye
Kurdistan 08:10 PM - 2022-11-26Endamê Mekteba Siyasî yê YNKê Cûtîar Nûrî
YNKê di heyama tekoşîna xwe de ji bo pêkvejiyanê xebat kiriye û hertim pêşengtî kiriye, ji ber wê jî Serok Bafil Celal Talebanî wek erkê xwe yê dîrokî dibîne ku bi rêbazê Serok Mam Celal kar ji bo aştiyê dike.
Civîna partiyên Kurdistanî li Dukanê ku ji aliyê YNKê ve hatiye birêvebirin , rêyeke rast e ji bo bihêzkirina piralîbûna siyasî , demokrasiyê û beşdarbûn û agahdarbûna ji pêşveçûnên siyasî û li asta Êraq û navçeyê.
Têkoşîna YNK’ê ya ji bo yekîtiyê yeEndamê Mekteba Siyasî yê YNKê Cûtîar Nûrî got: "YNK wek erkekî dîrokî dibîne ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd li Êraq û Herêma Kurdistanê li gel aliyan danûstandinan dike, çawa ku di tevahiya têkoşîna xwe de kiriye."
"Serok Bafil Celal Talebanî pêşniyar kiriye ku hemû aliyên siyasî ji bo çareserkirina pirsgirêkên bicivin, ji ber ku Herêma Kurdistanê nikare di rewşeke wiha aloz de berdewam be.Em di demekî wiha de dijîn ku hemû alî û parçeyên Kurdistanê ji bo çareseriya bingehîn a pirsgirêka kurd li Êraqê û herêmê dengê xwe bilind bikin," Cûtîar Nûrî got.
Aliyan fêm kirine ku YNK xema yekîtiyê yeDi berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Gelek girîng e ku em bang li hemû parçeyên Kurdistanê bikin ku li ser pirsgirêka Kurd dengê xwe bilind bikin û ji bo çareseriya bingehîn a pirsgirêka Kurd bi Neteweyên Yekbûyî re bên diyalogê.
“Pilanên YNKê ji bo başkirina rewşa Kurdistanê di hemû waran de li Herêma Kurdistanê û Bexdayê heye, di berjewendiya gelê Herêma Kurdistanê de ye û niha hemû alî gihîştine wê encamê ku YNKê li ser pirsan gelekî bi xeme da zanîn birêz Cûtîar Nûrî ."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
Rêportaj 09:14 PM - 2024-04-24 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
Kurdistan 01:41 PM - 2024-04-25 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25