YNK parêzvanê herî rast ya maf û azadiya jinan e

Kurdistan 07:35 PM - 2022-11-26
Rabîha Hemed

Rabîha Hemed

YNK ji aliyê stratejî ve giringiyê dide jinan û rol û potansiyela wê, Serok Mam Celal xwedî prensîbeke bi îstîqrar e ku piştgiriya jinan di warên siyasî, rêveberî û yên din de bike.Peyama Serok Bafil Celal Talebanî ya ji bo kampanyaya 16 rojan a têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê bi heman siyasetê û piştgiriya ji bo doza jinê hate pêşwazîkirin.

YNK piştgiriya jinan dike
Endama Serkirdatiya YNKê Rebîhe Hemed ji PUKMEDIA re ragihand, YNK bi taybet Serok Bafil Celal Talebanî, li ser rêya jinan e ji bo parastina mafên jinan ku pêkhateyeke sereke ya civakê ne.Peyama Bafil Celal Talebanî piştgiriyekî xurt e ji bo jinan û dihêle jin zêdetir berê xwe bidin YNKê.
Rebîhe Hemed wiha got: “Ev piştgiriya  serkirdetiya YNKê dê bibe derfetek ku jin zêdetir berê xwe bidin YNKê û piştgiriyekî xwe ya sereke bihesibînin.
Yasa nayên bicihanîn
“Gelek caran yasayên li dijî tundiya li ser jinan bi awayê xwe nayên cîbicîkirin, yan jî hinek alî cîh didin kujerên jinan, lê ev peyama serokê YNKê weke pêngava yekem gelekî girîng e û dike ku ti kes di nav YNKê de nikaribe tundiyê li ser jinan bike
Endamê Serkirdayetiya YNKê got: "YNK di dema borî de di hemû pêngavên jinan de pêşeng bû. Wek mînak YNK yekem part bû ku jin di serokatiya parlamentoyê, wezîr, walî, serokên zanîngehan û hwd. de cîh girt." .
Bi çandina çanda kêmkirina tundiyê
Jin girîngiyeke mezin didin peyama Serokê YNK’ê ya ji bo kêmkirina tundiya li ser jinan û dixwazin hemû alî ji bo kêmkirina tundiya li ser jinan hevkar bin.
Parlamenterê Parlamena  Kurdistanê Şadî Newzad ji PUKMEDIA re ragihand: “Em peyama Serok Bafil cidî dibînin û erkê hemû aliyek e ku dest ji tundiya li ser jinan berdin.
Şadî Newzad got: "Niha li Kurdistanê partiyek heye ku li dijî tundiya li ser jinan radiweste, ji kadroyên xwe dest pê dike. Ev jî beşeke mezin a paşeroja afirandina çanda rawestana li dijî tundiya li ser jinan e."
Bêhtir beşdarbûn, kêm tundî
Di berdewamiya axaftina xwe de got: “Daneyên cîhanê ji me re dibêjin ku her ku jin zêdetir beşdarî desthilatê bibin, tundiya li ser jinan di civakê de kêm dibe û YNK jî weke partiyek ku piştgiriya  doza jinan dike, dixwaze tundiya li ser jinan kêm bike.
Beşdariya jinan di nava YNK'ê de
Şadî Newzad got: Di nava partiyê de, YNKê herî zêde mafên jinan dabîn kiriye û beşdariya jinan di partiyê de rêjeyeke berçav e, ku şanaziyê bi wê yekê dike.
Li  Herêma Kurdistanê kampanyaya 16 rojan a li dijî tundiya li ser jinan despê kiriye ku roja 25 Mijdarê wekû roja dijî rundiya li ser Jinan hatiye nas kirin.
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket