Stran Ebdula: Herêm di qeyraneke siyasî de ye
Kurdistan 03:53 PM - 2022-11-26Stran Ebdula endamê politburoya YNKê
Endamê politburoya YNKê Stran Ebdula dibêje: Herêma Kurdistanê di qeyraneke siyasî de ye.
Serokê YNKê dirêjahî bi rêbaza Mam Celal dide
Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê destpêşxeriya mîvandariya partiyan û komkirina aliyan kir ku ji bo yekrêziya Herêma Kurdistanê heman çanda serok Mam Celal dirêjahiyê pê dide.
Stran Ebdula endamê politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê di barê civîna aliyên siyasî de ku li mala serok Mam Celal birêveçûye dibêje: Ecnîdeyê civîna aliyên siyasî li Dukanê zelalkirina helwesta Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê li ser pêwîstiya yekxistina helwestên aliyên kurdî li Herêma Kurdistanê û li Êraqê bû, ji ber ku ji bo hikûmraniya di herdu astan de pêwîstiya me bi yek helwestiya nav mala kurd heye.
Kêşeyên kurdî bi yek helwestî tê çareser kirin
Civîna bi aliyên kurdî re ku ew komên xwe di parlemanê de hene û li proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê girîngiya wê civîna bilind a Dukanê di wê yekê de ye kume basî yek helwestî kir ku dibe kurd bi yek helwestî kêşeyên navxweyî çareser bike. Ev gotin ê Stran Ebdula ye.
Çareserkirina kêşeya xwendekarên kurdî li navçeyê dabran
Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê bi diyalogê kêşeyan çareser dike, wek çawa serokê YNKê soza xwe ji bo çareserkirina pirsgirêka xwendekaran da ku li navçeyên ji Herêma Kurdistanê dabrane û dikanî çareser bike.
Di dirêjahiya axiftina xwe de Ebdula wiha got: "Bi heman awayî ku Mala Mam li Bexdadê ji bo çareserkirina kêşe û aloziyan e û ji bo yekrêziyê tê çareserkirin, wek di van çend rojane de ku serok Bafil Celal Talebanî li gel wezîrê pewerdeyê Êraqê civînek lidarxistiye ji bo navçeyên dabran û ji bo çareserkirina kêşeya xwendina kurdî di wan navçeyan de ku pêwîste bi guşar bêne çareserkirin."
YNKê hemû aliya jî komdike ku kêmin jî, lê dibe ku niha di hundirî hikûmet û parlemanê de nînin lê dibe ku hemû bawer bi yekê bikin ku em di qeyraneke siyasî se ne û ew partiyan jî wê di hikûmeta dahatuyê de hebûna wan hebe. ku ev gotin ê endamê politburoya YNKê bû.
Stran Ebdula dibêje: Her aliyekî beşdarî civîna Dukanê nebû ye hemû peyam ji wan re diçin, ji ber ku civîn ne girtî bû, aşkire bû wek siyaseta serok Mam Celal li her ku pêwîst bi aştî bike kombûn dikir û li gel hemû aliyan rûdinişt û hemû aliyên siyasî ku ji xwe re kar dikin û beşdarî civînê nebûne, raste qeyran li hemû Kurdistanê de heyem lê ev ciyakarî ku di navbera parêzgehan de tê kirin, ziyan li zonê kesk daye.
PUKMEIDIA
hewal ziyatr
-
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
04:47 PM - 2024-04-19 -
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
08:03 PM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
01:04 PM - 2024-04-18
zêdetir tamaşe bike
Yûsif Goran: Hilbijartin teke rêya derketina Herêmê ji wê rewşê ye
08:34 PM - 2024-04-19
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
01:35 PM - 2024-04-19
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
10:31 AM - 2024-04-19
zortrin xwendraw
-
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
Aborî 10:31 AM - 2024-04-19 -
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
Kurdistan 04:47 PM - 2024-04-19 -
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
Kurdistan 01:35 PM - 2024-04-19 -
Yûsif Goran: Hilbijartin teke rêya derketina Herêmê ji wê rewşê ye
Kurdistan 08:34 PM - 2024-04-19 -
Qubad Talebanî: Aramiya Silêmaniyê xeta sor e
Kurdistan 10:10 PM - 2024-04-19