Civîna aliyên siyasî li Dukanê.. Gotûbêjkirina rewş û serrastkirina rêbaza hukimdariyê
Kurdistan 11:53 AM - 2022-11-26
Civîna aliyên siyasî li Dukanê.. Gotûbêjkirina rewş û serrastkirina rêbaza hukimdariyê
Mala serokê rihmetî Mam Celal wek sîwaneke ku aliyên siyasî yên Êraq û Herêma Kurdistanê digihîne hev ji bo pêşxistina hemahengî, têgihiştin û lihevkirinê û di vê çarçoveyê de Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li ser rê û rêbaza Serok Mam di warê bihêzkirina yekrêziya ref û gotinê di navbera hemû aliyên siyasî de kar dike.
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî destpêşxeriyek ji bo lidarxistina civîneke hevbeş a hemû aliyên siyasî ji bo gotûbêjkirina rewşa niha ya Herêma Kurdistanê û serrastkirina rêbaza hikûmetê destpê kir.
Li ser şopa Serok Mam CelalEndamê mekteba siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Stran Ebdullah dibêje: Civîna aliyên siyasî li mala Serok Mam Celal li navçeya Dukan ji bo zelalkirina helwesta Yekîtiya Niştimanî li ser pêwîstiya yekrêziya helwesta kurdan li Herêma Kurdistanê û Êraqê bû, ji ber ku pêwîstiya me bi wê yekê heye.
Pirsgirêkên Kurdan bi yekîtiyê çareser dibinStran Ebdullah dibêje: Civîn li gel wan aliyên siyasî bû ku nûneratiya wan li Parlamentoya Kurdistanê heye û herweha beşeke ji proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê ye jî.
Girîngiya van civînan di wê yekê de ye ku behsa yekrêziya helwêstê were kirin û divê aliyên siyasî bi yekdengî kêşeyên navxweyî yên Herêma Kurdistanê çareser bikin.
Got jî: Bi heman awayî dema em li mala serok Mam Celal li Bexdayê dicivin, ev yek ji bo çareser kirina kêşeyên xwe yên li gel Bexdayê bi yekrêzî ye û çend roj berê me dît ku serok Bafil Celal Talebanî li gel wezîrê perwerdeyê di hukûmeta federal de ji bo çareserkirina mijara xwendina kurdî li navçeyên nakok kom bû
Wê peyam bigihêje hemû aliyanStran Ebdullah tekez dike: Her aliyek û partiyek ku beşdarî civîna Dukan wê peyama civînê werbigire ji ber ku girtî nebû û wek tê zanîn Yekîtiya Niştimanî jî bi nêzîkatî û siyaseta Serok Mam li her cihekî ku pêwîst be ligel aliyên siyasî dicive û eşkere kir: Herêma Kurdistanê tûşî qeyraneke siyasî bûye û ew cudahiya ku di navbera parêzgehên Herêma Kurdistanê de çêdibe, ziyaneke mezin digihîne navçeya Kesk.
Mala Serok Mam Celal çadireke ku partiyan kom dikeEndamê Encumena Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Sertîb Elî ji malpera fermî ya Yekîtî PUKMEDIA re dibêje: Mala Serok Mam Celal hertim sîwanek bûye ku aliyên siyasî û nêrînên cuda li hev kom dike.
Got jî: destpêşxeriya serok Bafil Celal Talebanî bo vexwandina serokên partî û aliyên siyasî bo lidarxistina lûtke li Dukanê, siyaseta berdewam ya Yekîtiya Niştimanî diyar dike û herwewha Yekîtiya Niştimanî piştgiriya her projeyekê dike ku armanca wê xizmetkirina welatiyan be.
Avakirina Desteya Bilind wê ji hikûmetê re hêsaniyên mezin peyda bikeSertîb Elî endamê Encûmena Serkirdayetî li Herêma Kurdistanê dibêje: Avakirina Encûmena Bilind li Herêma Kurdistanê ku di civîna Dukan de biryar li ser hat dayîn dê asankariyên baş ji bo hikûmet û parlamentoyê dabîn bike û di nav wê encumenê de wê hemû bîr û nêrînên cuda dê bên çareserkirin û ew dê bibe cihê kombûna partî û aliyên siyasî yên ku nûneratiya wan li parlamento û hikûmetê de heye û ti nûneratiya wan di parlamentoyê û hikûmetê de nîne be jî.
Got jî: Pêşniyazên ku Encûmena Bilind dê derbixe dê piştevaniya rewşa Herêma Kurdistanê be bihêzkirina aramiyê, bilindkirina asta jiyana welatiyan û derxistina yasayên giring be.
Helwestên Serok Bafil Celal Talabanî welatparêzî neParlamentera Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li Parlamentoya Kurdistanê Şêrîn Yûnis ji PUKMEDIA re ragihand: Helwestên Serok Bafil niştimanperwerî ne û ji bo yekrêziya niştimanî û aramiya siyasî, aborî û civakî gavên girîng in.
Got jî: Pêngavên serok Bafil pêngavên giringe bo nehiştina yekdestdariya hizbî û cudaxwazî, dirustkirina jîngehek wekhev û bê cudahî xizmetkirina hemû navçeyên Kurdistanê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê Şera Şukur dibe
09:56 PM - 2023-01-30 -
Serokkomar bi rêvebirê nûneretiya UNECO yê re civiye
03:00 PM - 2023-01-30 -
YNK bang li xizmetkirina Nînewa kir
02:08 PM - 2023-01-30 -
Di salvegera şehadeta Fermandar Şêrko Fatih Şwanî de
01:47 PM - 2023-01-30
zêdetir tamaşe bike

Kurdistan 09:24 PM - 2023-01-30 Talebanî û Hekîm: Divê pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê bên çareserkirin
Serokkomar û Talebanî: Pirsgirêkên daliqandî pêwîste bên çareserkirin
06:19 PM - 2023-01-30
Serok Bafil yadê şehîdan Hisên Mensûr û Şêrko Şiwanî bi bîrtîne
05:34 PM - 2023-01-30
YNKê kursiyên xwendina zarokên şehîdan peyda dike
05:17 PM - 2023-01-30
Ciwan Îhsan: YNK baweriya xwe bi hilbijartinan heye û ew parêzvanê rasteqîne ye
09:59 AM - 2023-01-30
zortrin xwendraw
-
Ciwan Îhsan: YNK baweriya xwe bi hilbijartinan heye û ew parêzvanê rasteqîne ye
Rêportaj 09:59 AM - 2023-01-30 -
Qubad Talebanî li gel fireksiyona YNK civiya
Kurdistan 11:56 AM - 2023-01-30 -
Civîna Qubad Talebanî bi şandeke serbazî Amerîkayê re
Kurdistan 09:43 AM - 2023-01-30 -
Di salvegera şehadeta Fermandar Şêrko Fatih Şwanî de
Kurdistan 01:47 PM - 2023-01-30 -
Wezareta Rewşenbîrî ya Federalê piştgiriya saziya Serok Celal Talebanî dike
Êraq 12:44 PM - 2023-01-30 -
YNK bang li xizmetkirina Nînewa kir
Êraq 02:08 PM - 2023-01-30 -
Serok Bafil yadê şehîdan Hisên Mensûr û Şêrko Şiwanî bi bîrtîne
YNK 05:34 PM - 2023-01-30 -
YNKê kursiyên xwendina zarokên şehîdan peyda dike
Êraq 05:17 PM - 2023-01-30