Hevpeymaniya stratejîk di navbera Êraq û Amerîkayê de

Êraq 05:22 PM - 2022-11-05
Serokkomar Dr.Ebdul Letîf Cemal Reşîd ,Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antonî  Blînken

Serokkomar Dr.Ebdul Letîf Cemal Reşîd ,Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antonî Blînken

Girîngiya hevpeymaniya stratejîk di navbera Êraq û Amerîkayê de
Serok Komarê Êraqê  tekezî li ser giringiya hevpeymaniya stratîjîk di navbera Êraq û Amerîkayê de kir.
Birêz Serok Komar Dr.Ebdul Letîf Cemal Reşîd pêwendiyeke telefonî ji Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antonî  Blînken wargirt  û tê de wezîr Blînken pîrozbahî li Serokê Êraqê kir û hêviya serkeftinê ji bo wî û hikûmeta Êraqê di erkên wan de xwest.
Wezîrê karên derve yê Amerîkayê kêfxweşiya xwe ya ji bo pêkanîna hilbijartina serok komarê Êraqe bi awayê aştiyane , demokratîk û pêkanîna hikûmetekê nîşan da ku ji bo cîbicîkirina her tiştekî  ku piştevaniya pêkanîna ewlehiyê, aramyê, xizmetguzariyan pêşkêşî xelkê bikin û peywendiyên navendê û Herêma Kurdistanê baştir bikin, di berjewendiya Êraqê de ligel hemû pêkhateyên wê.
Serokkomar Ebdulletîf Cemal Reşîd û Wezîrê Antonî  Blînken tekezî li ser giringiya hevpeymaniya stratejîk û hevkariya nêzîk di navbera Êraq û Amerîkayê de li şerê dijî terorê li Êraqê û navçeyê kirin. Wezîr Blînken piştgiriya welatê xwe ji bo gelê Êraqê dûpat kir.
Her du aliyan  de derbarê  beşdarbûna wan a Lûtkeya Avhewayê ya ku li Şarm El Şêxê tê lidarxistin de axivîn. Her di vê derbarê de Serok Komar amaje bi pirsgirêkên  jîngehê yên ku Êraq tûşî wan dibe û her wiha  kêmbûna avê jî kir.
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket