Serok Bafil Talebanî: Armanca me lihevkirin û danîna bernameyeke nû ji bo xizmetkirina gel e

Kurdistan 11:02 PM - 2022-10-05

Serokê YNK û nûnerê Amerîka tekezî li ser şerê DAIŞê û aramiyê dikin.
Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî ragihand,  Kurd bi hev re hewla yekrêziya gelê Kurd li Êraqê dide.
Serok Bafil Celal Talebanî li baregeha Mekteba Siyasî ya li Hewlêrê pêşwaziya Nûnerê Amerîka yê karûarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û şanda pê re kir.
Di civînê de  bi amadebûna Derbaz Kosret Resûl endamê desteya Kergêrî yê boruya siyasî, Celal Şêx Nacî Berpirsê Dezgeha Berevanî û Ragihandina Herêma Kurdistanê û Wehab Helebçeyî Rêveberê Giştî yê Dije Terorê pêşhatên dawî yên siyasî li navçeyê û awayên hemahengiya di navbera hêzên herêmê û hêzên Êraqî û hêzên hevpeyman bi taybetî hêzên Amerîkîde gotûbêj kirin.
Di civînê de ku roja 5.10.2022 hate lidarxistin, tekezî li ser berdewamiya hemahengiya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hêzên hevpeymaniya navdewletî ji bo şerê li dijî paşmahiyên DAIŞê û parastina ewlehî û aramiya navçeyê kirin.
Serok Bafil Celal Talebanî amaje bi rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û Êraqê kir û got: Xebatên yekrêziya Kurdan berdewamin û başkirina rewşa deverê di warên cûrbicur de û berdewamiya çaksaziyan dê bibe karê me. Got jî: Armanca me lihevkrin û meşandina bernameyeke nû bo xizmetkirina gel e.

Di derbarê astagkirina rewşa siyasiya Êraqê û hewlên Yekîtiya Nîştimanî ya ji bo derbaskirina alozî û pirsgirêkên ber çav, Serok Talebanî tekez kir: hemû pêngavên me ber bi diyalog û têgihîştina di navbera hêz û aliyên siyasî de ne û pabendbûn bi Destûr, hevpariya rasteqîn û parastina mafên netew û pêkhateyan garantiya derbaskirina pirsgirêkan e û me bang li her kesî kir ku berpirsyariyên xwe hilgirin û paşeroja welat li ber çavan bigirin.
Her wiha pirsgirêkên siyasî yên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê jî hatin gotûbêjkirin û her du aliyan tekezî li ser çareseriya siyasî ya pirsgirêkan û hewlên yekgirtî bo rûbirûbûna terorê û parastina aramiya navçeyê kirin.

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket