Partî û alî û rêxistinên Rojavayê serdana mezarê serok Mam kirin
Kurdistan 03:57 PM - 2022-10-05Şandên aliyên Rojava serdana Mezarê Mam kirin
Partî û aliyên siyasî û rêxistinên sivîl ên Rojavayê Kurdistanê bi armanca beşdarîkirina li bîranîna salvegera pêncemîn ya koça dawî ya serok Mam Celal, serdana mezarê serok Mam Celal kirin.
Ev jî nav û nûçeyên serdana wan partî û aliyên Rojavayê Kurdistanê ne:
Serdana şanda Partiya Demokrata Pêşverû a Kurd li Sûriyê
Şandeke bilind ya Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriye serdana
mezarê serok Mam Celal kir û di heman demê de, serdana bajarê Hewlêrê
kir bi armanca beşdarîkirin li rêûfermiya pêncemîn salvegera koça dawî
ya serok Mam Celal ku ew şandeya pêkhatibû ji her yek Dr. Selah Derwîş,
Dr. Ehmed Berekat, Ehmed Silêman, Elî Şemdîn û Hesen Cengo bû.
Şandeyê bi amadebûna berpirsê borda peywendiyên Kurdistanî kak Salar Serhed Xelîfe Yunis wefadariya xwe ji rol û xebat û tekoşîna serok Mam Celal re
aşkire kir û ew peywendiyên duqolî ya di navbera Partiya Demokrata
Pêşverû ya kurd li Sûriye û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û herdu
serokên dîrokî serok Mam Celal û kak Hemîd Derwîş bi zelalî anîn ser
zimên.
Her weha di roja 3/10/2022’an de jî bi beşdariya Dr. Selah Derwîş û Leyla Hesen hevjîna nemir mamoste A. Hemîd Derwîş di heman şandeyê de şandeya Partiya Demokrat a Pêşverû serdana mezarê serok Mam Celal kir û piştrajî berê xwe dan Hewlêrê û beşdarî merasma pêncemîn ya koça dawî ya serok Mam Celal bikin.
Her weha peyameke taybet ji bo vê boneya xemgîn ji serok Bafil Celal Talebanî re şandibûn û bi vê rengî li xwerê bû:
Serok Bafil Celal Talebanî
(Serokê Yekîtî Niştimanî Kurdistan)
Silav û Rêz
Em îro bi rêzgirtin radiwestin li hember bîranîna Pêncem ji koçkirina serok Mam Celal Talebanî re , û bibîra xwe tînin wek kesayetiyekî siyasî hişmend , û rola xwe wek serdarekî karîzmî berz li ser asta navdewletî , herêmî , niştîmanî û kurdistanî de , koçkirina wî di vê qûnaxa rêzanî ya hestiyar de ziyanek mezin bû ji me hemûyan re.
Bi koçkirina serok (Mam Celal) re , Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê ziyanek mezin dît ku me hevalekî dilsoz windakir , ji ber ku peywendiyên dîrokî û hevsengî ji zêdetirî nîv sedsalê de ji xebata hevbeş di navbera wî û sekreterê partiya me heval Ebdilhemîd Derwîş de hebûn , wê demê Mam Celal bi hemû şiyana xwe li rex damezrandina partiya me rawestiya.
Di vê babeta xemgîn de em soz didin ku emê pabend bin bi wan pirensîbên ku herdu rêberan (Mam Celal , û Kak Hemîd Derwîş) avakirine , û emê dilsoz bin ji wan peywendiyên ku di navbera herdu partiyên bira de ji bo xizmet gelê me û doza me ya netewî ya dadmend.
Silav li giyanê Mam Celal di bîranîna Pêncem ji koçkirina wî re
Qamişlo / 3 / 10 / 2022
Nivîsgeha Rêzanî ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê
Şanda Encûmena Penaberên Kurdên Rojava-Sûriye
Di pêncemîn salvegera koça dawî ya serok Mam Celal de, partî û aliyên siyasî kurdî bi gulbaxan ve serdana mezarê serok Mam Celal kirin û pesna rol û kesayetiya serok Mam Celal dan.
Di yekemîn rojê de, roja duşemê 3-10-10-2022`an, di demjimêr 8;30 sibê şandeke Encûmena Penaberên Kurdên Rojavayê Kurdistanê bi tace gulekê serdana mezarê serokê rewanşad serok Mam Celal kir û ew şande pêkhatibû ji serokê encûmenê Hozan Efrînî û endamê desteya rêvebir ê Yekîtiya Mamosteyên Penaberên Kurdên Rojava-Sûriye Kemîran Ehmed û endama desteya rêvebir ê Rêxistina Hawarê Roşîn Sîdo Serîkanî û hinek ji kesayetiyên naskirî wek Reşwan Silêmanî, Elî Şahîn, Mihemed Beyrem û çendîn kesayetiyên din ku bi armanca bîranîna roja koça dawî ya serok Mam Celal serdana mezarê kirin.
Her weha ew şandeya encûmenê ji aliyê her yek ji endamên desteya rêvebir ê Saziya Serok Celal Talebanî Yusif Zozan û Kefiye Silêman û berpirsê malbenda rêxistinên YNKê li Silêmaniyê Ceza Seyid Mecîd ve hat pêşwazî kirin.
Di wê serdanê de, serokê Encûmen Hozan Efrînî daxuyaniyek jikenalên ragiahndinê re da û got: Em wek şandeke kurdên Rojavayê Kurdistanê ku ji hemû navçeyên Rojavayê Kurdistanê pêkhatiye wek wefadarî û erkekî netewî, me serdana mezarê serok Mam Celal kir tako beşdar bin li pêncemîn salvegera serokê netewî sembola netewî ya kurd serok Mam Celal bikin û erkên xwe bi cih bînin.
Efrînî aşkire kir ku ji ber ku serok Mam Celal xizmetekî bê wêne ji bo doza gelê kurd kirî, em dêndarê rêbaza wî ne û emê li gorî rêbaza wî li ser hêla wî biçin û pabend bin.
Di dawiyê de, Hozan Efrînî di dafêra bîranîna de nivîsek li ser rastiya kesayetiya serok Mam Celal û rola wî di tevgera nîştimanî û rizgarîxwazê kurd de anî sernivîs.
Her weha desteya damezrêner ê Saziya Serok Mam Celal jî spasiya wan kir.
Şanda Tevgera Xwebûn
Îro roja çarşemê 5-10-2022`an şandeke ji Tevgera Xwebûn ya Rojavayê Kurdistanê serdana mezarê serok Mam Celal kir.
Her weha ew şandeya Tevgera Xwebûn bi gulbaxekê wefadariya xwe ji rol û kesayetiya serok Mam Celal re nîşanda û di dafêra bîranînan de derbarê serok Mam Celal nivîsek bi navê şandeya Tevgera Xwebûnê anîn ser nivîs.
Her weha piştî serdana xwe ya ser mezarê serok Mam Celal, endamê desteya bilind a Tevgera Xwebûnê Şerîf Ferman beşdarî bernameya Rojava ya Radyoya Dengê Gelê Kurdistanê kir û tê da wiha nerîna tevger û ya xwe anî ser ziman: Serok Mam Celal kesayetiyekî mezin û siyasetvanekî jîr û jêhatî ye.
Mam Celal di hemû jiyana xwe de, ked ji bo parastina doza kurdî daye û kesekî parêzerê rastiya dozê gelê kurd bû, ne tenê li başûr, ew li her çar aliyên Kurdistanê xwedî rol û bandor bû ye.
PUKMEDIA-Taybet
hewal ziyatr
-
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
12:49 PM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
10:45 AM - 2024-04-23 -
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan serdana Hewlêrê dike
10:48 PM - 2024-04-22
zêdetir tamaşe bike
PUKMEDIA hin nîqaşên di navbera Sûdanî û Blinken de diweşîne
04:52 PM - 2024-04-23
Qubad Talebanî daxwaza rakirina qedexeya ser firokexaneyê kir
12:14 PM - 2024-04-23
Xelata Bile Zêrîn ên sala 2024’an dê bên dayîn
10:09 AM - 2024-04-23
Serokomarên Iraq û Tirkiyeyê: Divê pirsgirêk bi diyalogê bên çareserkirin
03:59 PM - 2024-04-22
zortrin xwendraw
-
Qubad Talebanî daxwaza rakirina qedexeya ser firokexaneyê kir
Kurdistan 12:14 PM - 2024-04-23 -
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
Kurdistan 05:11 PM - 2024-04-23 -
Xelata Bile Zêrîn ên sala 2024’an dê bên dayîn
Kurdistan 10:09 AM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
Kurdistan 10:45 AM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
Kurdistan 12:49 PM - 2024-04-23 -
PUKMEDIA hin nîqaşên di navbera Sûdanî û Blinken de diweşîne
Kurdistan 04:52 PM - 2024-04-23 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
Kurdistan 07:47 PM - 2024-04-23