Abdûlla Gûl: Nav û dengê Serok Mam Celal wê di dîrokê de bimîne

Kurdistan 11:09 PM - 2022-10-04

Abdûlla Gûl: Nav û dengê Serok Mam Celal wê di dîrokê de bimîne Serokkomarê berê yê Tirkiyê Abdûlla Gûl got ku Serokkomarê Tirkiyê Celal Talebanî navê xwe di dîroka Iraqê de tomar kir û îtîbara wî dê her tim bê bîranîn. Di salvegera wefata rûmeta milet û welat Serokomar Mam Celal de, 11- mîn Serokkomarê Turkiya yê Abdûlla Gûl bi rêya Weqfa Serokomarê Celal Talebanî peyamek belav kir. Abdûlla Gûl 11emîn Serokkomarê Tirkiyê Stanbûl, 29ê Îlonê, Sefîrê rêzdar: Muhammad Sabîr Bi kêfxweşî spasiya vexwendina min ji bo pêncemîn salvegera koça dawî ya Serok Celal Talebanî dikim û wek serokekî ku jiyana xwe terxan kiribû ji bo pirsgirêkên siyasî yên gelê Iraqê û gelê kurd, Celal Talebanî navê xwe di dîroka Iraqê de bi cih kir. Wê her tim were bibîranîn. Di sala 2008ê de, di dema serokatiya xwe de li Enqerê, ez gelek kêfxweş bûm ku pêşwaziya Serok Talebanî kir, di sala 2009 de, tevî rewşa aloz a ewlehiyê, min dikarî li gel malbata xwe serdana Bexdayê bikim. Di wan her du serdana de , ji bo pêşxistina peywendiyên navbera her du welatan de, xwedî girîngiyeke taybet bû. Di van serdan û peywendiyên du alî de, min bi nêrîna Serok Celal Talebanî ya ji bo veguhertina Iraqê bo komareke demokratîk ku prensîb û nirxên bilind ên mafên mirovan û pêşketinê dihewîne, nas kir. Ez jî bûm şahidê dilxwaziya wî ya çareserkirina pirsgirêkan bi diyalogê. Bi vê helkeftê, di salvegera koça dawî ya wî de, ez bi rêzdarî bi bîr tînim Serok Celal Talebanî û careke din sersaxiyê ji malbata wî re dixwazim. Bi vê wesîleyê daxwaz û hêviya xwe ya aramî, aştî û serweriya Êraqê dubare dikim û rêz û hurmetên xwe pêşkêşî gelê Iraqê dikim. Sefîr Dr.Muhammed Sabîr Serokê Weqfa Serok Celal Talabanî

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket