Nerînên Kurdên Soviyeta berê li ser rola serok Mam Celal

Rêportaj 06:03 PM - 2022-09-29

Nerînên kesayetiyên Kurdên Soviyeta berê  li ser rola serok Mam Celal Talabanî
Nerînên kesayetî û rewşenbîrên Kurdên Soviyeta berê li ser rola serok Mam Celal Talabanî  çawaniya lîstina rola mezin ya ku serok Mam Celal di nav proseya siyasî ya Êraqê de dilîst, rewşenbîr û çalakvan û siyasetvan û kesayetiyên ku serok Mam Celal nasdikirin ji Kurdên Soviyeta berê  PUKMEDIA`yê re nerînên xwe wiha anîne ser ziman.

Bi dilxweşî ez dixwazim bîranîna Serokê Kurdên Soviyeta berê akademîke navdar cihanî Nadîr Nadîrov bînim ziman ku Serok Mam Celal dîtibû ,ku  Pirsgirêka Kurd di dema Serok Fransûa Mitterran de girîngiyeke taybet digire.

Di lûtkeya şerê sar de jina wî Xanim Yekem Fransa dibe "Dayika Kurdan". Di 14 û 15 Cotmehê de sala 1989 de li Parîsê, konferansek bi navê "Kurd: Nasnameya çandî, parastina mafên mirovan" pêk hat.
Li gor axaftina Nadîr Nadirov  (Rehma Xodê lêba),di konferansê de Serok Mam Celal herî zindî u zane bûye u gotiye nêzîktrîn dem de Kurdistan azad dibe û em vedigerin Welat.

Her wiha daxwaz ji Profêssore Kîmiya Petrolê  birêz Nadîr Nadîrov kiribû ku ji bo ew roja amide be,zanebûna xwe parve bike ji Welatê xwe re.

Nadîr Nadîrov  nêzîk ve kesayetiya serok Mam Celal dinasî û dişopand ku çawa tevdigerî û çawa li gel hemû aliyekî siyasî kurdî û Kurdistanî danustandin û peywendiyên girîng saz dikir û bi serkeftî ew projeyên heyî di warên kirdarî de bicih dianî,ku hêviyek mezin bû ji bo kurdên Soviyeta Berê.


Her wiha Serokê ew dema kurdê Kazakstanê prof. Kniyazê Îbrahîm digot ” Bi rastî em dikarin bêjin ku zehmetîyek gelek dijwar û girane li ser pişta Serok Mam Celal  Talebanî ku ji alîkî ve barê Êraq ya ku tijî nakokî û astengî û ji alîyekî din ve jî, barê kurdan yê ku ne kêmtirî barê Êraqê ye û belkî zêdetir be, û bi taybetî rewşa herêmî çi li Sûriya yê û çi li Turkiya yê û  çi li Êran û li cîhan “.
Akademîk û reberên Kurdên Soviyeta berê  wekû birêzan Wekîl Mûstafayêv, Mamad Silo Babayêv, Nadir Nadirov û Kniyazê Îbrahîm dupat dikirin ku Serok Mam Celal bi zimanê Dîplomasî lêzanane dikare him Rojhilata Navîn him li Cihan doza kurd bibe pêş ji wê zêdetir dikaribû neyarên kurdan ji bîna ser rê ku Mafe kurdan bipejirînin bi tayîbet li Êraqe ku Kurdistana Basûr weku Heremeke Federal  hate pejirandin.
Di nav Kurdên Soviyeta berê   de Serok  Talebanî bi navê "Mam Celal" - "Apê Celal" tê naskirin. Ew ji hêla enerjî, jêhatîbûna dîplomatîk, camêr û mêrxas  ve tê cûda kirin ji Serokê din . Li dirêjiya 50 salî  di nakokiyên navbera komên etnîkî yên Êraqê û mezhebên olî de navbeynkar bû. Talabanî nivîskarê çend pirtûkan e, ku bi giranî ji bo tevgera rizgarîxwaziya neteweyî ya kurd hatine veqetandin kurdên Soviyetê naverokê wê zanin.


Nivîskar u rêberekî kurdên Asiya Navîn Îbrahîme Heso da zanîn ji malpera me re “Serokomarê  Iraqê Serok Celal Talebanî li Bexdayê dema sond xwar. Ew bû yekem kesê ne-ereb ku di dîroka nûjen de serokatiya Iraqê dike. Piştî ku Talabanî bû serok, welatê ku hema hema hemû jiyana xwe li dijî wî şer kir, ji bo dêmokrasî û azadî.

Îbrahîme Heso da zanîn ku “Sala 2005 Destnîşankirina Serokê YNKê, Ma Celal Talebanî ji bo serokatiyê hewlek bû  ji bo lihevkirin û yekkirina rêberên Êraqî yên ku bi mîrateya rejîmeke zordar re têdikoşin û dixwazin dewletek nû ya demokratîk ava bikin”. Bi rastî, Talebanî bi helbijartina xwe ji bo postê serokomariyê ev yek qebûl kir. "Hemû Êraqî li ber qanûnê wekhev in," wî got. - Dê cudakarî nebe. Hemû welatiyên Êraqê, Kurd û Ereb, çi ol û netewa wan dibe bila bibe, xwedî mafên wekhev in.”
Heso got” raste ew dema Wek serok, Talebanî divê ji bo kurdên ku dixwazin dewleteke serbixwe ava bikin, garantiya otonomiyeke berfireh bide “.
Her çend postê serokê dewletê li Êraqê bi giştî merasîm be jî, Talebanî û her du cîgirên wî, sunnî û şîe, xwedî desthilat in ku biryarên parlamentoyê veto bikin. Me dît ku, ji ber taybetmendiyên kesane yên Talebanî, ew ê ji ya ku bi fermî di destûrê de hatiye diyarkirin zêdetir bandorê kir bi karîzmayekî xurt ,da zanîn ji malpera me re Îbrahîme Heso.
Heso da zanîn li ser vê mijarê “dibe ku Celal Talebanî ew dema rastî berxwedana komên din ên Iraqê hat. Lê belê, ew  dikaribû  bigihîje armanceke din a girîng: ew zordestiya ku li ser kurdan di dema Seddam Huseyn de hat kirin, careke din nebû.


Abdûlxaliq Îsaêv Dozgerê Peşû yê Payîtextê Kazakstan bajarê Almaate ku xudan Medaliyon u rêzgirtinê bilin ye dewleta ,ji malpere me re got  “Ez hêvî dikim bîranîna Serok Mam Celal ji bo yekrêzî û tebayiya gelê me hander be, Rêz û pêzanînên min ji bo xebat û rola diyar a cenabê wî heye di tevgera siyasî ya Kurdistan û Êraqê de. Ez pêzanînên xwe arasteyî YNKê dikim. Ez hêvî dikim bîranîna Mam Celal ji bo yekrêzî û tebayiya gelê me hander be.”
Îsayêv got “Serok Mam Celal nirxê giranbiha yê gelê Kurd e, bi xebatên xwe tevkgerekî  mezin ji bo doza Gelê Kurd û tifaqa navbera Kurdan kiriye, Dewlet hene, şaristanî hene, netewe hene bi dîroka xwe tên naskirin û ew dîroka wan jî ji miletê wan re dibe wekî deriyeke pêşerojê. Mam Celal jî kesayetekî wisa bû.
Birêz Abdûlxaliq Îsaêv  got ku “Serok Mam Celal Celal Talabanî bi liv û tevgerên xwe yên dilnizmî û beşera xwe ya vekirî, di nav hemû Kurdan de xwedî cihekî taybet bû û dilsoziya wî bûbû sedem ku di nav qewmê xwe de bibe ferdekî ji hemû malbatan û bi milyonan Kurd jê re bibêjin Mam Celal”.


Birêz Adiyê Cimo kesayetî u ruspiyê kurden Soviyeta Berê da zanîn ku “Bi taybetî di van 20 salên dawîn de Serok Talabanî li gel Serok Mesûd Barzanî gelek xebatên girîng pêk anîn û ev xebat bûn bingeha xebatên dewleteke serbixwe li Kurdistanê ku ev xebatên Serok Mam Celal, ji bo hemû partî û rêxistinên Kurdan wekî mîrate ye û divê ser vê mîrateyê bi xebatan were zêdekirin.
Nêrîna Kurdên Soviyeta Berê bi giştî di vê çarcoveyê de mirov dikare kom bike
Mîrê siyasetê Serok Mam Celal di jiyana xwe ya pêşmergeyatî û siyasî de xizmetên mezin ji doza Kurd û Kurdistanê re kir û 70 salên xwe di vê rêyê de feda kir.
Serok Mam Celal, ne tenê di tekoşîna Kurd û Kurdistanê de, lê herweha di siyaseta Êraqê û Rojhilata Navîn de jî xwedî erk û bandor bû, xwedîyê siyasetek xurt û dûrbîn bû. Mam Celal, ne tenê wek serokekî tevgera Kurd, herweha wek serokkomarê Êraqê jî xizmeta doza Kurd û Kurdistanê kir û gellek siyasetmedarên Kurd ji xizmet û siyaseta wî îlham û derfetên mezin bi dest xistin.
Mam Celal Talabanî, wek yek ji mezintirîn siyasetmedarê Rojhilata Navîn dihat naskirin û qebûlkirin. Ew mîrê siyasetê bû û bi siyaseta xwe ya şareza hem destkeftîyên Kurdistanê li hev radigirt, hem têkilîyên navbera tevgerên Kurd û dewletên dagîrker bi aştîyane xweş dikir, hem dostanîya Kurdan û dewletên cîhanê dihûna û hem jî bi şerazabûna xwe wek siyasetmedarekî Kurd li cîhana medenî xwe dabû qebûlkirin.
Mam Celal, di jiyana xwe ya pêşmergeyatî û siyasî de xizmetên mezin ji doza Kurd û Kurdistanê re kir û 50 salên xwe di vê rêyê de feda kir. Mam Celal, bi taybet di destkeftîyên Başûrê Kurdistanê de xwedîyê rol û erkek mezin bû û berhema xebata wî bandora xwe li serketina Kurdistanê jî kir. Mam Celal ne tenê Kurdistanî bû, ne tenê netewî bû, ew herweha kesayetiyên Cihani bû ,em dizanin Di meha Tîrmeha 2008`an wek Cîgirê Serokê Rêxistina Sosyal International hat hilbijartin.
Hostayê Siyasetê Serok Mam Celal


Kurdên hemû parçeyên Kurdistanê dema ku ketin nav tevgera milî ya kurdistanê, navê Mam Celal bihîstin.
Li dinyayê, di nav kurdan de, li Dewleta Tirk, li Îranê, li Êraqê, li Sûriyeyê û li Rojhilata Navîn ev nav dihatin pêşkêş kirin.
Mam Celal jî li tevayî parçeyên Kurdistanê navekî efsanewî bû.


Tu kurdekî û kurdperwerekî û siyasetmederekî kurd cesaret ne dikir wek serokê milî yê efsanewî Serok Mam Celal neke
Dawiye de me hemû dît çawa piştî wefata Serok Mam Celal qeyîran ser qeyîrana derketin li Seranserî Êraqê li ber ewa kes nikare cihê Serok Mam Celal pir nas bike.
PUKMEDIA
 




zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket