Kurdistanek Serbixwe û Azad xewn û xeyala Mam Celal bû

Nêrîn 05:39 PM - 2022-09-29

Rewşenbîrê Rojavayê Kurdistanê yê dêrîn Selahê Mûsê ku yekeke ji dostên nêzîkî serok Mam Celal e û gelek caran di civîn û mîvandariyên cuda cuda bi serok Mam Celal re bû ye, bi gotarekê xwest ew jî beşdarî pêncemîn salvegera koça dawî ya serok Mam Celal bibe û bi vê rengî li xwerê nerînên xwe tîne sernivîs.

Ev naveroka gotara rêzdar Selahê Mûsê ye:

Ez vegerî dibêjim, gelê Kurd bextewar bû xwedî şansek mezin bû,, ku kesayetiyek wek Mam Celal di demek dijwar de ji nav derket, xwendevanekî jîr,  rewşembîrekî zana,siyasetmedarekî liberal  xwedî fikir û ramanê nûjen li dijî fewedal û Ol perestî bi xortî rewestiya, ku kevneşopî û nezanî ji nav  çivaka Kurd rake  ji ber wê yekê Mam Celal piştî li hevhatina Cezayêrê di sala 1975 de nav bera Şahê Iranê Riza Pahlawî û rêjima Îraqê
 Mam Celal yek ser li gel hevalên xwe Newşîrwan Mustafa û Omer Şêxmûs û Dr. Kemal Fuad û Dr. Fuad Masûm û Ebdulrezaq Feylî û Adil Murad...  dest bi damezrandina YNKê kir, ku şoreşa gelî Kurd zindiye berdewame.
Mam Celal pêşengê Siyaseta Kurd ya modêrn bû piştî şerê cîhanê yê duyemîn dema şerê sar di nav bera herdu Blokan de , Nato Rojava û Warso Rojhilat, ne asan bû ji Kurd re li gel kîjan Blokî raweste. Mam bi hûnera xwe  di nav şert û mercên zor û zehmt  de li gel herdu  hêlan herdu Bilokan Pêwendiyên baş çêkir û bi salan  ber dewam kir .
Mam Celal mîrê diplomasiyê Rojhilata navîn bû teybetmendiya wî dikanî zu dostanî li gel  Rewşenbîr û Siyasetmedara dîne, ji ber wê yekê Mam Celal gelek serokên dewletan yên xwedî biryar li serenserî cîhanê dinasîn û ji wan Alikarî ji bo gelê Kurd dixwast,ku kurd wek Milet bibe xwedî maf wek netew li ser axa Kurdistanê.
Pêwendiyên Mam Celal li gel dewletên Rojhilata navîn  wek Îranê, Suriyê û Lîbya bi teybetî li gel Serokê Lîbya yê Muamer Alqezafî  gelekî baş bû .
Tiştê herî balkêş di siyaseta Mam Celal de bawerî bi Turküt Özel re Serokê Komara Turkiyê  çêkir, ku kêşa gelê Kurd rewaye pêwîste bi riya dialogê bi Aştî bê çareserkirin ,Mam Celal rengê Federalizmê nav bera Turkiyê û herêma Kurdistanê pêşkeşî birêz Özel kir, lê mixabin Serok Özel bi destê dewleta Kûrr li Tirkiyê hate Kûştin.
Mam Celal xwedî siyaseta rojane bû li gorî demê, Mam ji siyaseta Klassik heznedikir digot her tişt tê guhertin pêwîste siyaset jî em jî siyaseta xwe gorî cîh û demê bi rê de bibin.
Mam Celal xwe wek şêwermend ji bo partiyên beşên Kurdistanê didît, ne YNKê û ne jî Mam Celal ti carna bi karê destwerdanê Partiyên Beşên Kurdistanê çi li Rojhilat çi li Bakûr û çi li Rojava nekirin, ji ber wê yekê pêwendî li gel Şehîd Abdullrehman Qasimlo, birêz Öcelan, Kemal Burkayî û rehmetî Hemîd Haj Derwêş baş bûn.
 Erê cîhê Mam Celal Beheşt be, ew ê her tim di bîra me de be ,
Kurdistanek Serbixwe û Azad xewn û xeyala wî bû , dema Mam Celal   hunermend Şivan Perwer didît jê ev  Kilama dixwast
( Kurdistan kurdistan bexçê Gulan ,derdê dilan, tu iro mayî li bin destan ) .

Dostê dêrîn yê serok Mam Celal

Selahê Mûsê

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket