Nerîna Yusif Zozanî derbarê saziya Serok Celal Talebanî de

Kurdistan 04:27 PM - 2022-09-28
Konferansa rojnamegeriya Saziya Serok Celal Talebanî

Konferansa rojnamegeriya Saziya Serok Celal Talebanî

Li bajarê Silêmaniyê damezrandina Saziya Serok Celal Talebanî bi fermî hat ragihandin.
Îro li bajarê Silêmaniyê, damezrandina Saziya Serok Celal Talebanî hat ragiahndin ku wê destpêka hêlana çalakiyên wê di roja bîranîna pêncemîn ya salvegera koça dawî ya serok Celal Talebanî bû ku biryar e li bajarê Hewlêrê bê lidarxistin.

Di konferansa rojnamegeriya ragihandina Saziya Serok Celal Talebanî de, ku PUKMEDIA jî amadebibû, cîgirê rêvebirê Saziya Serok Celal Talebanî Yûsif Zozanî di wê konferansê de ragiahnd: Saziya Serok Celal Talebanî rêxistineke nehikûmî ye ku bi arşîv, pirtûk û hemû qonaxên jiyana Serok Celal Talebanî, çi dîtinî û çi nivîskî, wek gotarên ku wî di nav rojname û hevpeyvînên çapemeniyê de nivîsandiye , pirtûk û hemû mijarên din.
Got jî: li paşerojê de, Dezgeha serok Celal Talebanî dê salane bursa bo xwandekarên master û doktora dabîn bike û mûzexaneya serok Celal Talebanî jî dê li cihê mezara wî be, daku lêkolîner bikare ji arşîva serok Celal Talebanî sûd werbigire.
 Emê hewl bidin ku herî zêde arşîva serok Celal Talebanî kom bikin û têxin bin destê lêkolîner û kesên xwedî xwendina bilind ji vê arşîva zengîn a serok Celal Talebanî sûd werbigirin.

Ev jî daxuyaniya rêzdar Yusf Zozanî ye ku bi vîdyo da ye..

PUKMEDIA

 

 

 

 

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket