Belavoka Mekteba Ragihandinê derbarê bordumana îro de

Kurdistan 02:00 PM - 2022-09-28

Îro 28.9.2022ê hêzên Komara Îslamî ya Êranê çend navçeyên Herêma Kurdistanê bombebaran kirin, ku bû sedema kuştin û birîndarbûna hejmarek  ji welatiyan û ziyanên madî.

Ji bilî ziyanên mirovî û madî û belavbûne tirsê di nav welatiyan de, binpêkirina eşkere ya serweriya Êraq û Herêma Kurdistanê ye û bi prensîbên cîrantiya baş û têkiliyên dostane re nagunce.
Em şermezarkirinê ji van operasyonan re radighînin, em daxwaza rawestandina bilez a wan operasyonan dikin, ji ber ku ziyanê digihînin xelkê wan deveran û pêwendiyên dualî.
Her wiha em hevxemiya xwe û serxweşiyê xwe ji qurbaniyan re radigihînin û ji bo birîndaran cansaxiya lezgîn dixwazin.

Ofîsa Ragihandina Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê
28-9-2022

PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket