Peyama herheyî – bê dawî..Yusif Zozanî

Kurdistan 05:23 PM - 2022-09-26
Nivîskar û siyasetmedar û pêşmergê dêrîn Yusif Zozanî

Nivîskar û siyasetmedar û pêşmergê dêrîn Yusif Zozanî

Peyama herheyî – bê dawî
Çîroka ku di heyama êrîşa Artêşa Êraq bo ser navçeya çiyayê Sergelo û Bergelo li parêzgeha Silêmaniyê di sala 1987 de ku rû dabû.
Çîrokek ji nav kûraniya şoreşê û şerê çekdarî ya ku di navbera Rijîma Êraq û Tevgera Azadîxwazê gelê Kurd de bû ye, lê heya heya mirovahiye, ti hurgiliyên qehremantiyê hêzên Pêşmerge ku deşt û çiya û gelî û newalên Kurdistanê şahîdê (bînerê) wê yekê ne venabêje, û ti zilm (stem) û nemafiya Rijîma dîktator ku hemû tiştek talan kiribû jî tomar nake.
Çîrokek bi tevahî cûda ye, Çîrokek ku pêvajoya pirsgirêkek neteweyî ya ku bi zordestiyê re têkoşîn dike vedibêje û bi wêraniya şeran re têkildar e û hestên mirovî dixe ber çavan, di heman demê de wan bilind dike.
Çîrokeke ku di pevçûnan de hovîtî û tundiya çekên di destê zaliman û zordaran de, û her weha dilsozî, dilpakî û durustî di nav endamên heman gelî de vedibêje.
Çîroka cudahiyên navneteweyî, siyasî û mezhebî ye
Çîrokek ku rihê lihevhatinê, hevgirtinê û girêdana herheyî ya xurt a mirov dihewîne
Çîrokek ku temena wê ji 40 salî zêdetir e, lê dîsa jî waneyan û îlhamê dide me, rê li ber nifşên paşerojê ronî dike û peyamên bêdawî ji rabirdûyê heya niha ji me re vediguhezîne.
Lehengê rastî yê çîrokê rojnivîsk û ramanên siyasî yên pêşmergeyekî ye ku di êrîşa hêzên Êraqî de di sala 1987`an de winda bûye. Nivîsên ku vedigerin sala 1979`an têde hene, leşkerekî Êraqî xwedî wîjdan ku ji xwendinê hez dikir dîtibû û serbarî ku zanîbû metirsiyê wê mijarê li ser jiyana wî dike jî,  leşker ew peleşûr (kuras) parastibû û li gel xwe veşartibû.
Piştî ku wî serbazç raqê ku xizmeta xwe ya serbazî bidawî kiribû,  biryar da ku xwendina xwe li zanîngeha Mûsilê berdewam bike û li wir jî, rastî xwendakarekî kurd tê û wî nas dike û li gel wî bibû heval û dost ku navê wî Bokan bû, ew serbaz ji Bokan re cîroka emanetê xeber dide û biryar dabû ku radestî wî bike.
Xwediyê emanetê siyasetmedar û têkoşerekî kevine û dêrîn e û yek ji beşdarên girîng ên şoreşa nû ya Kurdî ye, di wan rojan de bi tomarkirina gotar û raportan re ji radyo û televizyonê re mijul bû ye ku bi herdu zimanên erebî û kurmancî dinivisî, Ramanên wî yên giştî yên siyasî û wêjeyî hebûn ku dem bi dem dinivîsand, lê ew pirtûk di nav tiştên ku şer talan kiribû de, bi bê girîngî li ser erdê û çolê bi cih mabû.
Çîrok  ji vir be dest pê dike:
Di destpêka axaftinê xwe de Nivîskar û Siyasetmedarê kurd ê dêrîn (Yusif Zozanî) dibêje ku mirov nikare hertim hestên xwe derxîne û nîşan bide.
Ji nav xaniyê xwe de ya ku di dema ku hikûmeta Êraq li navçeya Daban bû de Zozanî got: Em wek Ragihandin li vir bûn li navçeya Bergelo û me dest bi avakirina xaniyê kir ji ber ku di destpêkê em di bin çadiran de bûn û got gelek bîranînên me li vê deverê hene, raste serkirdeyetiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê şoreşê birêve dibir lê Ragihandin li vê deverê bû wek em dizanin ku rola wê di her Tevgerekê de çawa ye.
Me ji vir raport û belavok wek bersiv ji daxuyaniyên hikûmetê re ji radyo û televezyonê re dinivisî û birêdikir, û got her beşek hundirê wê yê taybet hebûn wek endezyar û pêşkêşkar û lasilkî lê derbarê peyamên girîng de got bi riya nûçegihanan ji aliyên pêwendîdar re dihatin şandin.
Yusif Zozanî dibêje; Ev Kuras ji berî vir ve ye, ji 1980, 1981 de ye di dema ku li navçeya Tojala û Newzak bû ku di yek hindir de gelek kes têde bûn, di wê demê de ez derdiketim derve û li ser ciyekî rudiniştim û gotar ji radiyo re dinivisand, rojane gotarek bi Erebî û ya dî jî bi Kurmancî.
Li ser vê defterê jî ramanên xwe dinivisî ku min tişt bi zelalî têde diyar nekiriye, kuras (Peleşûr) ji zarokatiyê min de dest pê kiribû ji dema dibistan û têkiliyê min bi xwendekaran re bi taybetî ku dibistana me têkel bû, keç û kur bi hevre bûn
Derbarê jiyanê xwe de piştî ku mezin bû de got; Tevlî mijar û dozên siyasî bû lê ne bi aşkireyî di nivîsên xwe de ti nav ne anîbû ser ziman û ser nivîs, wek mînak ku li ser Yekîtiya Sovyêtê ya kevin diaxifî digot  ; Devereke mezin gelek dever kontrol kiriye, destnîşan kir jî ku di dawiyê de, ramanên ku dinivîsand kom dikir û jê çîrok derdixist, tekez kir ku çîrok ne di rojekê de dinivîsî.
Di dirêjahiya gotinên xwe de, Zozanî dibêje mixabin ku deftera bîranîna min ya ku bi zelalî min nivîsandibû winda bû, spas ji bo kek Turkî ku ev kuras li gel xwe rakiribû û parastibû û xwedî lê derketibû.
 Kak Stran Ebdullah telefona min kir û got: “Niha kurasek di nav destê min de ye û têde sernavên latînî hene û wek navên deverên ku tu di dema şoreşê de lê bûyî, wek Tujala, û ji min xwest ku ez lê binêrim da ku bizanim yê kê ye û di dema ku min dît yekser zanîm ku ya min e, piştî ku min xwend jî gelek bîranîn li min vegeriyan.
Zozanî dibêje ku ger em werin rastiyê mirov dikare gelek tişt li ser binivîse, lê bila em bi kurt û kinî li ser biaxifin ku parastina vê kurasê nîşan dide ku gelên herêmê ne dijmin in, lê desthilatdar sedema her aloziyekê ye, ji ber pişbêrka li ser post û kursiyan e. Û nîşaneke ku gelê Kurd ne li dijî gelê Ereb e û gelê Ereb jî ne li dijî gelê Kurd e, her wiha parastina leşkerekî ereb ji pirtûka pêşmergeyekî kurd re û her çend metirsî li ser jiyana wî dikir, nîşana girîngiya ziraveya hevpar û têkiliyan dide.
Û wî piştrast kir ku başî di serî de yê birayê Tirkî ye û bi riya telefonê ez li gel axifîm û min spasiya wî jî kir , ji min re got ku bi riya nivîsên min wî wêneyeka min di xeyalê xwe de çêkiriye, û her çend ez bibêjin ku ez memnûna başiya birêz Tirkî me ku ev pirtûk parastibû her kêm e ji ber ku parastina tiştekî wusa û bi taybetî di wê demê de metirsiyake mezin li ser jiyana wî çêdikir, cihê rêz û pêzanînê ye.
Di dawiya axaftina xwe de birêz Yusif Zozanî spasî û pêzanînên xwe pêşkêşî kak Turkî û kak Bokan kir û bi riya kurasê hemû bîranîna wê şoreşê jêre vegeriyan.
Nivîskar û Parêzer Bokan Ebdullah got, ez di sala 2001`ê de, li zanîngeha Mûsilê li Kolîja mafnasiyê bûm ,hevalekî min ku bi regez kurd bû navê wî Şahîn Ebdul Ezîz bû û bi riya wî min mamoste Tirkî nas kir û ez pê re rûniştim û me behsa çand û pirtûkên û dîrokê kir, piştî wê bi çend rojan min dît ku ji nişkîve Şahîn û mamoste Tirkî serdana min kirin û piştî axaftineke hinekî dirêj birêz Tirkî ji min re got ku emaneteke gelê kurd li cem wî heye û dixwaze radestî min bike, min emanet jê wergirt û le gel wê pirtûkek nivîskarê Sûrî (Hene Mîna) jî hebû.
Ji aliyê xwe ve, serbazê kevin ê rijîma Êraqê kak Turkî el-Mistaf behsa durustî, wefa û biratiya di navbera gelê Ereb û Kurd li Êraqê kir, bi riya bûyereke berî 35 salan, got; Dema ku ez di serdema şerê Êran û Êraqê di xizmetê leşkerî de bûm, di meha 3 debû ku ez li gel tîma xwe hatibûm navçeya Bergelê ya li parêzgeha Silêmaniyê, lê berî ku em bêne wê deverê, navçe ji aliyê artêşa Êraqê ve hatibû kontrolkirin û valakirin. Lê dema ku ez gihîştim wir min kaxez, pirtûkek biçûk û pirtûka nivîskarê Sûrî (Henna Mîna) dîtin. Tiştê ku bala min kişand ser wê pirtûkê, şêwaza nivîsandina wê ya çandî bû ku tê de behsa li ser hemû waran de hatibû kirin, li ser jiyana civakî, siyasî, romantîk û aborî nivîsîbû ku dikarin bibin şano, ji min re diyar bû ku nivîskar kesayetiyek mezin e jiber wê ligel xwe rakir û parast.
Diyar kir ku parêzer Bokan derbarê kurasê de ji wî baldartir bû ji ber ku dest bi lêgerîna xwediyê pirtûkê kir bi rêya malperên medyaya civakî, piştî ku wî xwediyê emanetê dît û bi min re peywendî kir da ku ez bi xwediyê emanetê re biaxifim û bi rastî ev ji bo min rûmeteke mezin bû.

PUKMEDIA


zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket