Hewlêr; 2 efseran jiyan ji dest dan

Kurdistan 03:43 PM - 2022-08-05

Du efserên wezareta navxwe ya Êraqê jiyan ji dest dan.
Îro roja înê 5-8-2022`an li bajarê Hewlêrê, du efserên wezareta navxwe ya federalê bi buyera hatûçûnê jiyan jidest dan.

Di wê barê de, rêvebiriya hatûçûna Hewlêrê di belavokekê de ragihand ku di demjimêr 4ê sibê ew hatin agahdarîkirin ku buyereke hatûçûnê li ser cadaya 100 metrî li nêzîkî navenda werzişê û cadeya Xezalî pêkhatiye.
Aşkire kir jî ku hêzeke ewlehiyê gihîştin wê cihê buyerê û sedema buyerê ew bû ku otombîla Hundayê li welatiyan da ye û di encamê de, 2 efserên polîsê Êraqê bi navên mulazim Diyana Mihemed Ferec û Risil Kemal Ebdurihman û welatiya bi navê Nur Mihemed Ferec jiyan ji dest dane û mulazim Efnan Ibrahîm Tahir jî birîndar e û gelek giran û metirsîdar e.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket