Encûmena penaberan hunermend Mehmûd Ezîzî xelat kir

Wêje û Huner 06:05 PM - 2022-07-31

Encûmena Penaberên Kurdên Rojavayê Kurdistanê hunermendê mezin ê gelê kurd Mehmûd Ezîzî Şakir xelat kir.

Ji ber kar û xebat û berdewambûna bêhtir ji 50 salî xebata çand û hunerê ya kurdî a resen û parastina wê, Encûmena Penaberên Kurdên Rojavayê Kurdistanê xelata rêzgirtinê wek wefadariyek pêşkêşî huneremndê mezin ê gelê kurd Mahmûd Ezîz Şakir ku birayê awazvan û mûzîkvanê mezin ê kurd Mehemd Elî Şakir e ku bêhtir ji 15 stranên wî ji aliyê huneremndê mezin ê kurd ê koçkirî nemir Mihemed Şêxo ve hatiye gotin.

Di wê barê de, hunermend Şakir spasiya Encûmena Penaberan kir ku ev derfet û rêgirtin ji kar û xebatên wî ên hunerî re hatiye kirin ku ev karekî girînge ku hunermend di xweşî û jiyanê de were xelat kirin ne ku piştî mirinê.

Serokê Encûmena Penaberan Hozan Efrînî jî, aşkire kir ku ew hem wek Encûme û hem wek Rêxistina Hawar a Civaka Sivîlî bi berdewamî hewil didin ku alîkariya kesayetiyên û bi taybet ên penbaer bikin û nirxên wan bilind bikin û xwedî li erkên wan derkevin û wan nirxdar bikin ku ewna hîn di jiyanê de ne. Mamosta Mehmûd Ezîz Şakir jî yek ji wan kesayetiyên mezin ê kurd e ku hêjayî rêzlêgirtinê ye.

Di dawiyê de, bi amadebûna endamên encûmenê Xalê Bekir Teho û Emşe Ebdula, Rêzname ji aliyê berpirsa lîjneya bilind a nûnerên Encûmenê Roşîn Sîdo ve ji bo hunermend Mehmûd Şakir hat pêşkêş kirin. Û hunermend Şakir jî spasiya xwe pêşkêş kir.

PUKmedia-Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket