Li New Yorkê ji ber vîrusê rewşa awarte hat ragihand

Tenduristî 11:25 AM - 2022-07-30

Waliyê New Yorkê Kathy Hauckol ji ber berdewamiya belavbûna vîrusa meymûnê li eyaletê rewşa awarte ragihand. ev jî piştî rojekê ji ragihandina komîserê wîlayatê tê ku gotibû vîrus metirsiyake giştî çêdike .

Hokol di daxuyaniya xwe de got: "Ez li eyaletê Rewşa Awarte radigihînim da ku hewildanên me yên domdar ji bo pêşîlêgirtin li belavbûna vîrusê meymûnê zêde bikin," Hokol di daxuyanîya ku da de destnîşan kir ku ragihandina awarte dê bibe sedema bersivek zûtir û baştir belavkirina vaksînê.Amaje bi wê yekê jî kir ku dever bûye mezintirîn cih ku vîrusê lê belav bûye.
Li gorî daneyên Navenda Kontrolkirin û Pêşîlêgirtina Nexweşan, New York herî zêde bûyerên vîrusê li seranserê welêt tomar kir (1,345 pêket), li dû wê California (799).
Rayedarên bajarê San Francisco li California jî rewşek awarte ragihandin, û diyar kirin ku ji roja Çarşemê ve 261 kes hatine piştrast kirin an jî dibe ku bi vîrusa cidrî ya meymûnê ketine
Û rojnama “Politico” li ser zarê jêderên agehdar belav kirîye, ku rêvebirîya serokê Amerîka Joe Biden, dê di rojên bê de, vîrusa meymûnan wek rewşa awarteya giştî ragihîne.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket