Moskow ragihand ku wê operasyoneke îstixbarata Ukraynayê têk bir

Cîhan 12:50 PM - 2022-07-25

Îro Duşemê, Dezgeha Ewlekariya Federal a Rûsyayê ragihand ku wan operasyoneke îstixbarata leşkerî ya Ukraynayê têk birin, ku armanca wê tecnîdkirina pîlotên rûsî û revandina firokeyên şer bû.

Li gorî ragihandina Ewlekariya Federal a Rûsyayê, îstîxbarata Ukraynayê bi îstîxbarata welatên NATOyê re bi hevahengî dixebitî û îstîxbarata Birîtaniya jî di vê operasyonê de piştgiriya sereke kir.
Dezgeha Ewlekariya Rûsî zêde kir: "Îstixbarata leşkerî ya Ukraynayê di bin çavdêriya desthilatdarên Kîev de kar dikir, û hewl da ku pîlotên leşkerî yên Rûsî li berdêla xelatek darayî ya mezin û garantîkirina hemwelatîbûna yek ji welatên Yekîtiya Ewropî werbigire û bixapîne."
Ev operasiyona istixbaratî bi armanca razîkirina pîlotên Rûsî bû ku li firokexaneyên di bin kontrola hêzên çekdar ên Ukraynayê de dakevin û herwiha ihtîmala dizîna firokeyên Su-24, Su-34 ,Tu-22M3 .
Di operasyona kontraîstixbarata Rûsyayê de agahî hatin bidestxistin ku alîkariya hêzên Rûsyayê kir ku hejmareke navendên leşkerî yên Ukraynayê bikin hedef.
Her wiha personelên îstîxbarata Ukraynayê yên tevlî operasyonê bûn û hevkarên wan jî hatin nîşandan.

PUKmedia/ Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket