Amerîka du pêketên kokeya meymûnê di nav zarokan de tomar dike

Tenduristî 10:05 AM - 2022-07-23

Rayedarên tenduristiyê yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) diyar kirin ku li  (DYA) cara yekeme di nav zarokan de nexweşiya kokeya meymûnê hat dîtin.

Navenda Kontrolkirin û Pêşîlêgirtina Nexweşan a Dewletên Yekbûyî di daxuyaniyekê de ragihand: Di navbera herdu pêketan de ti têkilî tune, û îhtîmal e ku ew encama veguheztina li malê bin. Ajansê da zanîn ku rewşa herdu başe û tên dermankirin.
Kokeya Meymûnê dibe sedema nîşaneyên mîna grîpê û hesasiya pêst û bi berfirehî li derveyî welatên Afrîkaya Rojava û Navîn belav bûye. Nexweşî bi giranî bi têkiliya nêzîk ve tê veguheztin.
Di vê salê de heya niha, zêdetirî 14,000 pêketiyên kokeya meymûnê li zêdetirî 60 welatan tomar bûne û pênc mirin li Afrîkayê hatine tomar kirin.

PUKmedia/Ajansan

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket