Tenduristiya Silêmaniyê hişyariya bilindbûna pêketiyên bi vîrusa Koronayê dide

Tenduristî 11:28 AM - 2022-07-19

Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Parêzgeha Silêmaniyê ragihand, rêjeya pêketên bi vîrusa Koronayê zêde ye û bang li welatiyan kir ku pabendî rêwerzên tenduristiyê bin.

Berdevkê Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Parêzgeha Silêmaniyê Saman Şêx Latîf di daxuyaniyeke taybet de ji PUKmedia`yê re ragihand: Rêjeya pêketina bi vîrusa Koronayê li Silêmaniyê berdewam zêde dibe.
Got jî: di heyamên borî de rêjeya pêketan ji testan %4 an 5% bû, lê di sê hefteyên borî de rêje gihişt 50% û ev rêje gelek zêde ye, lê di nexweşxaneyan de hejmara pêketan kêm e.
Got jî: pabendbûna welatiyan bi rênimayên saxlemiyê heye, lê ne di asta pêwîst de ye, û wergirtina derziyan jî ji aliyê welatiyan ve ne di asta pêwîst de ye.
Li ser navê Rêveberiya Giştî ya Tenduristiya Parêzgariya Silêmaniyê El Mutehîd bang li hemû welatiyan kir ku rêzê li rêwerzên tenduristiyê bigirin û ji bo wergirtina derziyan biçin navendên derzîlêdanê û tekez kir ku parêzgeha Silêmaniyê 700 hezar jim derziyê li dijî Koronayê wergirtine.

PUKmedia taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket