Keçên Pergala Moderin Li Başûr

Nêrîn 07:24 PM - 2022-07-18

Heger em berê xwe biden diroka gelê me li başûrê Kurdistan ê tijî serpê hatî û gelek tiştên xweş û ne xweş bi ser vê civak ê de hatine, Bi şoreş û şerên  giring de jiyan kirine ew civaka başûrê Kurdistan ê gelek şoreş û serhaldan kirin ji bo bighijin azadiya civakî mrovî . 

Diroka şaristaniya mirovan li ser vê axa pîroz a kû navanda dûnya yê tê hesibandin navanda hebûna gelek pêxember û feylesûfên gerdûn ye, yanî bi dayika şaristan ye tê re pêşeng bûye axa Kurdistan ê.

Rexmî van hemî tiştan îro li çivaka me de li başûr ê Kurdistan ê de gelek keçikên binav model û popilar derketine û ji derve hetine herêma me xwe wekî keçikên model nişan didin û xwe kirine (biznisman) . Di tevgara sosiyal media de derdikevin û xwe bi (silokon û filar û botokis tato) nîşanî vê civak ê didin û axlaq û jiyana wî xelkî têk birin e û berberyetekî kiltûrî diden meşandin .

Gelê vê herêm ê ji beşekî ji wan praniya genc û xûrtên kurdan dikevine bin tesira (bandora) wan de dibin navê moda ya pêşketina mirovî de xwe didin naskirin. Niha jiyan li nava wan keçû xûrtên me de teqlîd û hewil didin wekî wan keçên ku ji derve weke , Êran û Tirkî Lobnan glek welatên din hatine , di demekî nêz de gelek zengin bune xwedî otombêlên giran bûha ew keçe mode dibin nav û piştgiriya hin berpirs û karbidest ên başûrê Kurdistan`ê de xwe dibarêzin û aqlû axlaqa vê civak ê têk didin.

Gelek saz yên mafên jinan û rêkxrawên hukmetê hene lê gelekî pasifin marjinal bune, helwêstên xwe li hemberî wan keçên ku,  sistema wê çivak ê dagir kirin e, îro heger serok ê malbatê ji keçik ê xwe re bêje wi tecmil ya vi filar û silikon û botokis neke, bersiva wan hazira dibêjin ka tu pir paş de mayî û tu klasikî. Bi rastî ji heya niha hemî nirxên jinan bin pê xistine tu xizmata wan bi vê civak ê re tune ne.

Ev sistem pergalekî berberî û dagir kara çandî ye li ser civaka me`divê em bi hemî heza xwe ya fikirî idolojî li hemberî wan çivakê sere rast bikin, ji ber ku pêşeroja me gelekî di xeter yê de ye, Sistama post moderinizim û kapitalist li ser nirxên jinan û ciwanan berber yekî bê hempa dide meşandin, Fikr û aqlê mirovan bi van post model ya (vip) salon û pargala silikon mirov ê vî herêmê xapandine ji xwezay bune xwe derxistine navenda wan ji hewlêre ku dixwazin bi vê siyasatê ciwana ji xweza ye bûnê dûrxînin ew ji bi dereca yekem berpirsên partya serdest( PDK) û hin berpirsên wê yên tucar û bazirgan li pişta vê mijarêne û Kurdistan kirine tajmîl û filar û silikon, gelê ku xebat ji jibo azadyê kir ji birca bê nazin mxabin.

Di vir de pêwiste li ser her mirovekî li başûr helwêst û dij ber ye xwe bide diyar kirin, çand û kiltûra me dihelînin xwedî derketin ji axlaq û çanda xwazayî wekî erkekî mirovî pêwiste em hemî li diji tahriba çandî derkevin û em nasbikin ku sosyal medya taybet bi şerekî ne axlaqî di xwaze prensîpên kevnar ji hol ê re ke em ji nabe pêşwazî ji wan keçên binav model û silîkon û filarist bikin`.

Mixabin gelek malbat ketine bi bandora vî dagirkar yê. Dibe hemi sazyên sivil û mafê jinan ji xelkê Re biden diyar kirin kû wan modêl nist tu xizmet ê ji çivak ê re naken, Ew ji ne pêşket û şaristan ye te lê kola dar  yekî post modêl tê hesibandin azadîya insan ji holê re dike kola daryekî modêla mirov ên serdeste.

Nivîskar: Jirwan dergeleyî

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket