Amûdê: NRLS komcivîneke navneteweyî li dar dixe

Kurdistan 06:54 PM - 2022-07-18

Di salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê de NRLS komcivîneke navneteweyî li dar dixe.
Li gorî ajansa ANHA`yê ku Navenda Rojava a Lêkolînên Stratejîk sibe (sêşemê) bi dirûşa “Şoreşa 19'ê Tîrmehê, Destkeftî-Astengî-Pêşeroj” komcivîneke navneteweyî li dar dixe.
Ji bo ku deskeftiyên Şoreşa 19'ê Tîrmehê û astengiyên 10 salan bên nîqaşkirin, Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) sibe saet di 09:00`an de li Kluba Beylesan a li navçeya Amûdê komcivîneke navneteweyî li dar dixe. Komcivîn bi dirûşma “Şoreşa 19'ê Tîrmehê, Destkeftî-Astengî-Pêşeroj” tê lidarxistin.
Li gorî bernameya komcivînê, tê payîn ku çend rûniştin bên lidarxistin. Rûniştina yekemîn bi navê “Şoreşa 19'ê Tîrmehê, Damezirandina Rêveberiya Xweser a Demokratîk” e. Rûniştina duyemîn jî bi sernavê “Rêveberiya Xweser a Demokratîk wek nimûne û tecrube” ye, rûniştina sêyemîn jî bi sernavê “Zehmetî û astengiyên di Şoreşa 19'ê Tîrmehê de” ye. Her rûniştinek ji sê beşan pêk tê ku dê ji aliyê panelîstên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Sûriye û cîhanê ve bên dayîn.
Tê payîn ku komcivîn bi civîna çapemeniyê bi dawî bibe.

PUKmedia-ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket