Parîs: Êraq di şerê dijî terorê de rêza yekem e

Cîhan 12:08 PM - 2022-07-13

 Balyozê Fransa li Êraqê Eric Chevalier tekez kir ku Êraq di rêza yekem de li rûbirûbûna terorê, destnîşan kir ku Macron jî erk daye min ku peywendiyan ligel Êraqê bihêz bikin.

Chevalier di hevpeyvîneke televizyonî de ligel kanala nûçeyan a El-Êraqiye got: "Hilbijartin bi tena serê xwe nayê wateya demokrasiyê û rêyeke dûr û dirêj ji bo bidestxistina wê heye û divê azadî, wekhevî û biratî pêk were da ku demokrasî têk nebe."
Wî her wiha got, "Serokomar Macron di dema wergirtina posta balyozxaneyê de ji bo bihêzkirina peywendiyên li gel Êraqê erkdar kirim" û tekez kir ku, ti planeke veşartî ya Fransa nîne û ji bo piştevaniya aramiyê li Êraqê kar dike.
Û wî got jî, "Ez silav û teqdîra bersiva Êraqê ya li hember terorîzmê dinirxînim", û da zanîn ku "Fransa gelek projeyên alîkariya Êraqê hene, di nav de Nexweşxaneya Şingalê, ku li ber qedandinê ye."
Wî bal kişande ser wê yekê ku "hikûmeta Fransî dilgiran e bi parastina Êraqê û girêbestên çekan beşeke giring ji bo bidestveanîna vê yekê", û amaje bi wê yekê jî kir ku "Fransa xwedî kompaniyên ku li Iraqê kar dikin, bi taybetî di warê av û enerjiyê de", û tekez kir ku "peymanek ji bo hilberîna elektrîkê û parastina jîngehê ji bo veberhênana enerjiya rojê û gaza têkildar hate çêkirin."


PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket