Kesayetiya xebatkar Mecîd Wehîd Yusif koça dawî kir

Kurdistan 05:13 PM - 2022-07-12

 Kesayetiya xebatkar ê kurd li herêma Efrînê Mecîd Wehîd Yusif koça dawî kir.
Her weha di wê barê de, xwîşkezayê nemir Mecîd Yusif ji PUKmedia`yê re ragiahnd: Xalê min Mecîd Wehîd Yusif di sala 1943 li gundê Aqîbê ya Şêrawa li Herêma Efrînê jidayîkbûye û di despêka kar û xebatên tevgera netewî kurdî li Rojavayê Kuridstanê beşdar û erkdar bû ye.

Di dirêjahiya daxuyaniyaxwe de, Dozgîn Yusif aşkire kir ku xalê wê yek ji wan kesayetiyên herî dilsoz û erkdar û xebatkar bû ye ku di destpêka destpêkirina xebata rizgariya netewî li Rojavayê Kurdistanê xwedî erk û hjelwest bû ye.

Dozgîn dide xuyakirin ku xalê wê, di dema derbasbûna komeke şoreşger li gel şehîdê serkirde ê Partiya Sosyalîsta Kurdistanê ku beşdarî li şoreşa nû ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê bi serokatiya rewwanşad serok Mam Celal kiribû, heya herêma Cizîrê hatibû û ji ber hinek kêşe û aloziyan, nikaribû erkên xwe bi cih bîne û ji nûh ve vegeriya Efrînê û her li wir û heya ku roja 7-7-2022`an ku jiyana xwe ji dest daye, herdem di nava kar û xebatê de bû.
PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

Gundê Esker

Kurdistan 12:07 PM - 2024-05-03 Salvegera bombebarankirina Goptepe û Esker

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket