Seyran Celad; Çawa bîr kim

Jin 04:55 PM - 2022-07-12

ÇAWA BÎR KIM
Ez çawa keçeke resane Êzîdî,
Diparêzim dînê mey kevnare Arî,
Tu carî dînê xwe nadim dîndara,
Tê bîra min qetila bê sûc, kal û pîra.
Tê bîra min çawa bi zora şûrê,
Ol kirin tîr xistin dilê Kurdistanê,
Neyar berbirî hevdu kir du bira,
Gotin:-Bibirin kokê bi destê xwe.
Gelê me bûn maşoqê xelqê,
Parçe-parçe bûn di nav cîhanê,
Dor wan bûye dûxanek reşe,
Dem–sale me dihêrin di nav aşe.
Em ketine bin bendora edetê cûda,
Xayîntî dikin ber bi hev, çawa Hûda,
Direqisin bin zurna êl, eşîr, dîn û partyê,
Serî bilind nekin, nanhêrin çevên rastyê.
Emir û evîna min ew Kurdistane,
Êş û azara ruhê min ew Êzdîxane,
Armanca dilê min tiveq û yekîtîye,
Ya pir melûl û xemdare ew Seyrane.
09.07.2022s
##Seyran
Cejina kurdê misiliman pîroz be🙏
PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket