Serok Bafil serxweş li malbata Qazî Mihemed kir

Kurdistan 01:41 PM - 2022-07-10

Bi boneya koça dawî ya Elî Qazî lawê pêşewayê kurd serokkomarê Kurdistanê li Mihabadê nemir Qazî Mihemed li welatê Almanyayê koça dawî kirî, serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kuridstanê serok Bafil Celal Talebanî peyameke serxweşiê arasteya malbata nemir û gelê kur dû Kurdistanê kir.

Ev jî naveroka wê peyamê ye:

Bi dileke xemgîn û xembar em koçadawî ya kesayetiya mezin û naskirî ê kurd Elî Qazî lawê rêber Qazî Mihemed radighînin.
Koça dawî ya Elî Qazî, ku yek ji kesayetiyên nîştimanî perwer bû ku diheyama buyerên siyasî de, xwedî helwestê netewî bû û di eniya gelê kurd e bû, bi êşa gel re hevbar bû û ji bilî ku ew lawê pêşewayê kurd Qazî Mihemed serokkomarê Kurdistanê ye, ku dîrokeke pir ji serfirazî û ji me re hîşt wek serokê gelê Kurdistanê ber bi bidestxistin û gerandtîkirina mafên gel bû.

Bi vê boneya xemgîn û bi êş, em li gel wê malbata bilind û serfiraz, xemgînî û xembariyê parve dikin û dilovaniya Xwedê lê be û cihê wî beheşta berîn be û sebir û qeyas ji bo hemûyan be.
Dilsozê we
Bafil Celal Talebanî
Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistan
10-7-2022

PUKmedia-Taybet

zêdetir tamaşe bike

Gundê Esker

Kurdistan 12:07 PM - 2024-05-03 Salvegera bombebarankirina Goptepe û Esker

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket